15 hêzên din ên leşkerî tevlî HSD'ê bûn

15 hêzên leşkerî yên li Heleb û Îdlîbê jî dan xuyakirin ku ew tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibin.

15 hêzên leşkerî yên li Heleb û Îdlîbê bi rêya malperên xwe yên înternetê daxuyaniyek weşandin û iyar kirin ku ew ê beşdarî nava refên HSD'ê bibin û li hemberî komên çete têbikoş in.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dema dawî de di rewşa Sûriyeyê de gelek guhertin çêbûne. Teror li gelek herêmên Sûriyeyê belav bûye. DAIŞ û hevalbendên wê û rejîma El-Baas, serkêşiya diyardeya terorê dikin. Piştî ku hêzên HSD’ê bi alîkarya koalîsyona navneteweyî pêşketinên mezin li Kantona Cizîrê bidest xistin û çeteyên DAIŞ’ê ji gelek deveran têk birin, em weke 15 hêzên leşkerî tevlî nava HSD'ê dibin.

NAVÊN HÊZÊN TEVLÎ HSD'Ê BÛN

1- Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran)

2- Hêzên Firqeya 30

3-Tugaya Şehîdên gundewarê Helebê

4- Tugaya Eyîn Calût

5-Tugaya 99 Muşat

6-Tugaya El-Hemze

7-Tugaya Keikaa

8-Tugaya Misyonên Taybet

9-Tûgaya Selcûqiyan

10-Focê 102

11- Ehrar El-Şemal

12 – Hêzên Êlên Heleb û gundewarên wê

13-Cebhet El-Ekrad

13-Hêzên YPG

15-Hêzên YPJ