Endamê DAIŞ'ê hevkariya xwe ya bi MÎT'ê re vegot
Di nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê ya bi Îmzeya Îlhan Tanir de hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê tê nîşandan.
Di nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê ya bi Îmzeya Îlhan Tanir de hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê tê nîşandan.
Di nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê ya bi Îmzeya Îlhan Tanir de hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê tê nîşandan.
Di nûçeya ku duh destpê kir û îro dewam kir de hevdîtina Îlhan Tanir bi yek ji şefên îstîxbaratê yê berê yê DAIŞ'ê Saîd re tê ragihandin.
Amîrê berê yê îstîxbaratê yê DAIŞ'ê Saîd anî ziman ku çete bêyî rastî astengiyan bê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê dibin, çeteyên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê kêfê dikin, bêhnê vedidin û di şerê Kobanê de hevkariya xwe ya bi îsîxbarata Tirk re bi berfirehî vegot.
Beşek ji hevpeyvîna bi endamê berê yê DAIŞ'ê bi vî rengî ye:
DU MIZGEFTÊN LI KÎLÎSÊ JI BO ÇETEYAN TÊN BIKARANÎN
"DAIŞ hînê dikare endaman di ser Tirkiyeyê re derbas bike? Yan bi temamî sekiniye?
Mîna ku Tirk dibêjin, demeke dirêj de barê AIŞ'ê de polîtîkaya 'deriyê sînor ê vekirî' hat meşandin (dikene). Ji xwe Kurdan Til Ebyad girtin. Pêkane ku ji aliyê Kîlîsê ve endaman derbas dike. Hem El Nûsra (El Qaîde), hem jî DAIŞ hînê endaman di ser Kîlîsê re derbasî Sûriyeyê dikin. Li Kîlîsê du mizgeft hene (tevî ku min jê xwest jî navê wan aşkera nekir, got 'nizanim'). Li van her du mizgeftan nûnerên du koman hene. Ji van mizgeftan hînê şervan derbasî Sûriyeyê tên kirin. Ne karekî zehmet e ku li ser sînor kesên ji bo DAIŞ'ê dixebitin bên dîtin. Hejmara wan jî têra xwe heye. Hem sempatîzanê wan hem jî xebatkarên wan. Ne bawerim ku bi hêsanî, ji îro heta sibê ev mirov bên helandin (Axaftin di dawiya meha Cotmehê de pêk hat, mijara mizgeftê beriya êrîşên li Parîsê ye.)"
DI ŞERÊ KOBANÊ DE DAIŞ Û MÎT'Ê HEVKARÎ KIR
Saîd di axaftina xwe de ragihand ku di navbera îstîxbarata Tirk û DAIŞ'ê de hevkariyeke baş heye û got, "Bi îstîxbarata Tirk re ti pirsgirêka me nebû." Yek ji mînakên ku DAIŞ li ser mijarê dide bi vî rengî ye: "Dema diçûn Kobanê, hin ji milîtanên birîndar dibûn an jî ji ber sedemeke din li bajarê me vedigeriyan. Yekî ji van, wêneyekî di telefona xwe de, yê li ser dorpêçiya Kobanê nîşanî min da. Hambûrger a ji McDonaldsê dixwarin. Wî jî fêm kiribû wêne ecêb e. Em bi hev re lê keniyan. Min jê pirsî; 'We ev j ku dîtin', wî jî got, 'Îstîxbarata Tirk'. Ya rast, pêwîstî pê tinebû bipirsim. Li Kobanê McDonalds nîne. Li aliyê din ên Sûriyeyê jî nîne. Kê dikarîbû ev xwarin bianiya? Bêguman adresa yekan îstîxbarata Tirk bû. Dikarim bêjim ku îstîxbarata Tirk, xwarina McDonaldsê jî di nav de, bi her awayî alîkariya lojîstîk dikir."
'ENDAMÊ ÎSTÎXBARATA TIRK EMÎRÊ DAIŞÊ YE'
Saîd diyar kir ku emîrê DAIŞ'ê yê bajarê El Raî yê li ser sînorê Tirkiyeyê, kesekî ji îstîxbarata Tirk hatiye û anî ziman ku nepêkane ew fêm bike ev şexs bi temamî ji îstîxbarata Tirk bi temamî qut bûye yan na. Saîd ragihand ku di nava DAIŞ'ê de gelek kesên bi îstîxbarata Tirk re xwedî têkiliyeke nêz in, hene.
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê LI TIRKIYEYÊ KÊFÊ DIKIN
Îstîxbarata Tirk gelekî baş nêzî endamên DAIŞ'ê dibû. Gelek lîderên DAIŞ'ê yan jî leşkerên wê, ji bo ji şer dûr bikeve, diçûn bajarê Tirkiyeyê ji bo bêhnê vede, kêfê bike. Bi giranî diçûn Stenbol û Enqereyê. Di çûn û hatinê de ti pirsgirêk derneketiye pêşiya wan. Di 11 mehên xwe yên li El Babê de min bi ti awayî rewşeke dijminatiyê li Tirkiyeyê bike, nedît. Ez çûm Reqqa jî, li Helebê jî jiyam. Hemû xwarinên li vê herêmê ji Tirkieyyê tên."