30 xwendekar li Edeneyê hatin binçavkirin
Li Edeneyê polîsên ku bi ser Meclîsa Gel a Gulbahçeyê de girtin nêzî 30 xwendekarên li hundir binçavkirin.

Li Edeneyê polîsan bi ser Meclîsa Gel a Taxa Gulbehçeyê ya Seyhanê de girtin. Di encama serdegirtinê de nêzî 30 xwendekarên li hundir binçav kirin. Polîsan li hundir lêgerîn kirin û xwendekar birin emniyetê.
Di dema binçavkirina xwendekaran de welatiyan li hemberî polîsan nerazîbûn nîşan dan û di navbera polîs û welatiyan de rageşî derket. Polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrîşî gel kirin.