Doza Abdullah Comert hat taloqkirin

Doza Abdullah Comert ê di pêvajoya Berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin taloqî 15’ê Çileyê hat kirin.

Abdullah Comert 2’yê Hezîrana 2013’an di pêvajoya Berxwedana Gezî de bi kapsûla gazê ya polîsan avêt jiyana xwe ji dest bû. Têkildarî qetilkirina Comert ku doz hatibû vekirin, 6. rûniştina dozê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîr pêk hat. Malbata Comert, xizmên wî û 11 parêzer di rûniştinê de amade bûn.

Bersûc Ahmet K. jî ji Mersînê bi rêya SEGBÎS tevlî rûniştinê bû.

Heyeta dadgehê daxwaza şahid Hamza S. bînin salona rûniştinê û polîsê bersûc Ahmet K. bê girtin red kir.

Heyeta dadgehê doz taloqî 15’ê Çileya 2016’an kir.