Şaxa DISK’ê ya Îzmîrê mûçeyên kêm bi tiyatroyekê vegot
Şaxa DISK’ê ya Îzmîrê, mijara mûçeyê herî kêm bibe hezar û 900 lîra, kir şano.
Şaxa DISK’ê ya Îzmîrê, mijara mûçeyê herî kêm bibe hezar û 900 lîra, kir şano.
Hezar û 300 lîrayên ku beriya hilbijartinan waadên AKP’ê bû, nîqaş ava kirin. Şaxa Îzmîrê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), li Qada Konak ji bo mûçeyê herî kêm bibe hezar û 900 lîra bi şanoyekê çalakî li dar xist. Sendîkayên girêdayî DISK, TMMOB û KESK’ê jî piştgirî da çalakiyê.
Li şanoya Yenî Kapi mijara xîzantiyê hat pêşkêşkirin. Di lîstokê de li pişta karkerekî nîşaneya patron hate daliqandin.
Nûnerê DISK’ê yê herêma Egeyê Memîş Sari diyar kir ku divê mûçeyê herî kêm bibe hezar û 900, wiha axivî: “ Nûnerên Sermayeyê, heq wek bar pênase dikin, belavkirina vê dixwazin. Heq ne barekî ku tê belavkirin e. Heq di bin berpirsiyariya karmend de ye. Ji bo 150 lîrayî çima ewqas qiyametê radikin? Aliyên Sermayeyê, di berdêla mûçeyê herî kêm de ji çîna karkeran diyetê dixwaze? Yek ji van diyetan jî talankirina fona bêkariyê ye. Di welatê me jimara bêkariyê 3 milyon e, miqtareke qasî sê qatî vê hejmarê derbasî bêrîka patronan dibin. Lê, ev jî têrê nake, çave xwe berdane fona bêkariyê.”