Mamosteya got 'ez deng nadim Erdogan' bi xeteriya girtinê re rû bi rû ye
Mamoste Ergundogan a ku got ew ê deng nede Erdogan, ji bo were girtin tê darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê xwest Ergundogan bi cezayê ragirtina 2 salan bê cezakirin.
Mamoste Ergundogan a ku got ew ê deng nede Erdogan, ji bo were girtin tê darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê xwest Ergundogan bi cezayê ragirtina 2 salan bê cezakirin.
Mamoste Ergundogan a ku got ew ê deng nede Erdogan, ji bo were girtin tê darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê xwest Ergundogan bi cezayê ragirtina 2 salan bê cezakirin.
Yasemîn Ergundogan a ku li Îzmîrê di dibistaneke taybet de mamoste ye, beriya hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2014'an de li ser malpera Facebookê, ji bo pirsa hevalên xwe ya 'Di nava namzetên Serokkomariyê de tu yê deng bide kê?" bersiva "Bi ti carî deng nadim R. T. Erdogan" da.
Piştre di 31'ê Tîrmeha 2014'an de bi îdîaya ku yasemîn Ergundogan di sîsteya tora civakî de 'heqaret li Serokkomar kiriye' gilînameyek bênav ji Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê re hat şandin.
Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber a Îzmîrê li Amîrtiya Buroya Dewriya li Înternetê, bi qasî 2 mehan hesabên Facebook û Twîtterê yên Ergundogan şopand û di encamê de raporek amade kir û ji Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê re şand.
Serdozgeriyê Komarê yê Îzmîre Alî Fûat Taşkin di gilînameya xwe de xwest ku Ergundogan li gorî xalên 125/1-2-3 a-4 û 53. ên Qanûna Ceza ya Tirk bi cezayê ragirtina 2 salan bê cezakirin û doz vekir.
Gilîname ji aliyê 6. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Îzmîrê ve hat qebûlkirin û darizandina Ergundogan destpê kir. Di rûniştina destpêkê ya 2'ê Tîrmeha 2015'an de Ergundogan sûcê dixin stûyê wê qebûl nekir û anî ziman ku wê heqaret li Recep Tayyîp Erdogan ê hingî namzetê Serokkomariyê bû nekiriye û xwest beraet bike.
'ERDOGAN HÎNÊ NEBÛBÛ SEROKKOMAR, LÊ XWESTIN JI HEQARETA LI SEROKKOMAR DOZÊ VEKIN'
Parêzerê Yasemîn Erdgundogan Arîf Alî Cangi der barê dozê de ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku dema 'sûcê' tê îdîakirin ku muwekîlê wê kiriye, Erdogan hînê ne Serokkomar bû û got, "Di wê demê de sê namzetên Serokkomariyê hebûn û di nava raya giştî de li ser wan nîqaşên cidî dihatin kirin. Di encama mudaxleya bersûc û parêzer de hat ragihandin ku nêrîna hatiye aşkerakirin li hemberî 'namzet' e, lewma doz veguherî 'doza heqareta li wezîfedarê cemaweriyê, ji ber wezîfeya xwe'.
'MAFÊ XWE YÊ REXNEKIRINÊ BI KAR ANÎ'
Cangi ragihand ku muwekîla wî, bi tenê mafê xwe yê rexnekirinê bi kar aniye û got, "Ji xwe şexsiyetên siyasî divê bi xweşbînî nêzî rexneyên bi vî rengî bibin. Bi taybetî Recep Tayyîp Erdogan, ji ber rewşa xwe, divê ji her kesî bêhtir xweşbîn be."
Doz li 6. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Îzmîrê di asta biryardayînê de ye.