Kurd, Tirk û Amerîkiyan, qetilkirina Elçî protesto kirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Bostonê hat protestokirin.
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Bostonê hat protestokirin.
Li paytexta eyaleta Massachûsetts Bostonê, qetilkirina Tahîr Elçî hat şermezarkirin. Li ser banga Komeleya Kurd a New Englad (NEKA) û Bostoniyan, Kurdistanî, Tirkiyeyî û Amerîkî li ber Konsolosxaneya Tirk civiyan.
Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Tirkiye bes destekê bide DAIŞ'ê", "Tirkiye bes Kurdan bikuje", "Em hemû Tahîr Elçî ne", "Em hemû Kurd in" hatin qîrîn.