Şaredarê Londonê Borîs Johnson: Kêfa min ji PKK'ê re tê
Şîlan Ozçelîk a 21 salî, bi 'tevlîbûna li nava PKK'ê hat sûcdarkirin û li Londonê hat girtin. Berî çend rojan, cezayê girtîgehê yê 21 mehan li Ozçelîk hatibû birîn.

Şaredarê Londonê Borîs Johnson, der barê Şîlan Ozçelîk a li Londonê di girtîgehê de ye, daxuyaniyek weşand.
Şîlan Ozçelîk a 21 salî, bi 'tevlîbûna li nava PKK'ê hat sûcdarkirin û li Londonê hat girtin. Berî çend rojan, cezayê girtîgehê yê 21 mehan li Ozçelîk hatibû birîn.
Şaredarê Londonê Borîs Johnson da xuyakirin ku kêfa wî ji PKK û pêşmergeyên li dijî DAIŞ'ê şer dikin re tê û xwest Ozçelîk bê berdan.
Johnson ji ITV re axivî û destnîşan kir ku kêfa wî ji PKK û pêşmergeyan re tê û ew destekê dide doza wan. Johnson got, "Hêvîdarim wê dadgerî, li şûna dayîna cezayekî bi vî rengî yê bêwate, nêzîkatiyeke bi berpirsyarî nîşan bide."