Ji Parlamenta Awûstûryayê ji bo bajarên Kurdan biryarname

Komîsyona Karên Derve ya Awûstûryayê, ji bo alîkarî bi bajarên Kurdan ên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgakirin bê kirin, di 2'ê Kanûnê de bi yekdengiyê biryarname hat derxistin.

Komîsyona Karên Derve ya Awûstûryayê, ji bo alîkarî bi bajarên Kurdan ên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgakirin bê kirin, di 2'ê Kanûnê de bi yekdengiyê biryarname hat derxistin. Bi vê biryarnameyê re wê ji bo ewlekariya bajarên Kurdan û paqijkirina wan ji mayîn û bombeyan alîkarî were dayîn.

Di rewşa heyî ya siyasî de, kêm caran tê dîtin ku li Komîsyona Karên Derve bi yekdengiya hemû partiyan biryarname tê derxistin. Tevî vê yekê jî biryarname ji aliyê Parlamentera Keskan Bêrîvan Aslan, serokên partiyên li desthilatdariyê Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPO) Andreas Schîeder û Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) Reînhold Lopatka ve hat pêşkêşkirin û bi yekdengiyê ji komîsyonê derbas bû.

Biryarname, piştî ku di hefteya pêş de li civata giştî ya meclîsê hat erêkirin, wê bikeve meriyete.

PAR JÎ BIRYARNAME HATIBÛ DERXISTIN

Parlamenta Awûstûryayê, weke yekane welatê Yekîtiya Ewropayê di 20'ê Mijdara 2014'an de ji bo alîkariya însanî ya ji Kobanê re biryarname derxistibû. Di vê çarçoveyê de Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê bi hikûmeta Tirkiyeyê re têkilî danîbû û ji bo korîdora ji alîkariya tibî û xwarinê veke, zext kiribû.