Tûncel: Yekane rêya sekinandina şer, muzakereya bi Birêz Ocalan re ye
Hevberdevka HDK'ê Tûncel diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê, rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê ji aliyê hîsî ve ji hev qut bûne û got, "Yekane rêya sekinandina şer, tevlîbûna Birêz Ocalan li pêvajoya muzakereyê ye."
ANF
STENBOL
pêncşem, 3 berfanbarê 2015, 11:11
Hevberdevka HDK'ê Tûncel diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê, rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê ji aliyê hîsî ve ji hev qut bûne û got, "Yekane rêya sekinandina şer, tevlîbûna Birêz Ocalan li pêvajoya muzakereyê ye."
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel, Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Stenbolê Cesîm Soylû, Hevserokê TUAD'ê Arîf Yilmaz, ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica û ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Rabîa Aslan, li ser çalakiya "Bila muzakere destpê bike, ji Ocalan re azadî" ya 5'ê Kanûnê roja Şemiyê, li avahiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên şer ên dijwar bûne ûg to, "Rêya yekane muzakere ye, mûxatab Birêz Ocalan e." Yilmaz da xuyakirin ku ew ê di 5'ê Kanûnê roja Şemiyê saet di 15:00 de li ber metroya Aksarayê bi daxwaza "Bila muzakere destpê bike, ji Ocalan re azadî" daxuyaniyekê bidin û banga tevlîbûnê kir.
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica jî da xuyakirin ku li ser rewşa li Girtîgeha Îmraliyê agahiyên şaş di nava raya giştî de belav dibin û got, "Ne tenê Birêz Ocalan, muwekîlên me yên din jî nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Kes nikare hevdîtinê bike. Bi tenê ji muwekîlên me yên din, çend name tên."
Sarica da zanîn ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û ragihand, ku hewldanên wan ên hiqûqî bê encam mane. Sarica got, "Di nava vê tecrîda giran de, pareke mezin a hemû saziyên dewletê heye."
'TECRÎD ŞER E, BIRÊZ OCALAN AŞTÎ YE'
Sarica anî ziman ku pêkanîna tecrîdê li Tirkiye û Rojhilata Navîn veguheriye rewşeke giran a şer û got, "Bidawîkirina tecrîdê nîşaneya bidawîbûna şer e. Eger tecrîd şer be, Birêz Ocalan jî tê wateya aştiyê. Ji bo bidawîbûna şer, divê tavilê şert û mercên azadiyê ji bo Birêz Ocalan werin afirandin û karibe xwe bigihîne gelan."
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylû jî ragihand ku tecrîd helwesteke siyasî ye û got, "Rewşa şer a li herêmê gihaştiye wê radeyê, ku pêşîgirtin zehmet e. Her kesên aştî û demokrasiyê dixwazin, nikare li pêşberî vê rewşê bêdeng û bêhelwest bimîne."
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel da xuyakirin ku bi tecrîda li ser Ocalan re aştiya li Tirkiyeyê hatiye tecrîdkirin û got, "Bi manîfestoya Birêz Ocalan a di sala 2013'an de li pêşberî şahîdiya bi mîlyonan mirovan re, di nava gelên Tirkiyeyê de hêviyeke mezin afirî. Mutabaqata Dolmabahçeyê ne tenê di nava Kurdan de, di nava hemû gelan de bû hêvî. Her kes li benda aştiyê bû, lê belê bi gotineke Serokkomar re pêvajoya şer destpê kir."
'HESTA JIYANA BI HEV RE KÊM MAYE BIQEDE'
Tûncel da zanîn ku sedema bingehîn a polîtîkaya şer desthilatdariya AKP'ê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Gelên Tirkiyeyê hêviya xwe ya ji bo aştiyê winda kirin. Hesta jiyana bi hev re jî li ber tinebûnê ye. Ji aiyê hîsî ve parçebûnekê rû daye. Di navbera rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê de ji aliyê hîsî ve qutbûnek çêbûye. Yê ku ev afirand desthilatdariya AKP'ê ye. Divê dest ji van polîtîkayên şer bê berdan. Yekane rêya pêşîgirtina li kûrbûna şer, tevlîbûna Birêz Ocalan li pêvajoya muzakereyê ye."
Tûncel gotina "Dewlet bi Ocalan re hevdîtinê dike" ya Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî bibîr xist û got, "Agahiyên şaş didin civakê. Eger hevdîtin hebe, çima nahêlin bi parêzer, malbat û heyeta me re hevdîtinê bike. Çima AKP'yî bi vê hevdîtinê dizane, lê civak nizane."
Tûncel bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiya roja Şemiyê bibin û got, "Berpirsyariya me hemûyan e ku em AKP'ê ji polîtîkayên şer vegerîne."