Parastina polîsê ku Kazanhan qetil kir: Ew bê guneh bû

Di rûniştina 4’êmîn a doza Kazanhan de polisê girtî M.N.G. di parastina xwe got: "Kazanhan zarokekî bê gûneh bû, lê min ne bizanebûn gule berdanê."

Di rûniştina 4’êmîn a doza Kazanhan de polisê girtî M.N.G. di parastina xwe got: "Kazanhan zarokekî bê gûneh bû, lê min ne bizanebûn gule berdanê." Di rûniştinê de heyeta dadgehê jî diyar kir ku çeka ku bûye sedema mirina Kazanhan malê DYA'yê ye û nikarîbûn xwe bigihînin agahiyên teknîkî.

Li taxa Yafes a naveça Cizîrê ya Şirnexê dema zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan li erdê vale de ji xwe re dilîst ji maşîneya zirxî ya polîsan gule berdidin û wî qetildikin. 4’êmîn rûniştina doza wî îro li 1’êmîn Dadgeha Giran a Cizîrê hate dîtin. Parezerên tevlî rûniştinê bûyîn Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi bibîr anîn piştî bîranînê heyeta dadgehê encama belgeyên rûniştina 3'emînn xwestibû eşkere kirin. 

‘ÇEK MALÊ DYA DERKET’

Heyeta dadgehê bersiva ji pisporan hatî wiha anî ziman: "Di dîmenên maşîna zirxî de lîstin nehatine kirin, lê belê dîmenên girêdayî qerekola cendermeyan, ji bo lêkolînê divê dîmenên resen werin şandin." Di derbarê çeka ku Kazanhan pê hatî kuştin de jî heyeta dadgehê diyar kir ku, me derbarê çeka Kazanhan pê hatî kuştin de agahî ji Muduriyeta Giştî a Emniyetê xwest, di bersiva ji me re hatî dayîn de tê gotin ku çek malê DYA'yê ye ji bo vê yekê me nekarî em xwe bigihînin zanînên teknîkî. Heke were xwestin encex mirov dikare ji fîrma çekê bixwaze. 

‘DER BARÊ POLÎSAN DE LÊPIRSÎNA ÎDARÎ TINEYE’

Heyeta dadgehê encamên daneyên keşfa ku 21’ê mijdarê tevlî dosyayê kiribûn û ji ber ku girê Kazanhan lê jiyana xwe ji dest dayî kirine kawşak ne karine cihê kuştina wî zelal diyar bikin û 3 cih dane diyarkirin. Parezeran di danişîna din de xwestibûn ku derbarê lêpirsîna polîsên de agahî ji Muduriyeta Polîsan a Mêrdîn û Şirnex werin xwestin. Heyeta dagehê diyar kir ku derbara mijarê de bersiva şandin de diyar dikin ku, derbarê polîsan de çi lêpirsîna îdarî nehatiye kirin. 

‘BILA DÎMENÊN RESEN ÊN QEREQOLÊ BÊN LÊKOLÎNKIRIN’ 

Piştî heyeta dadgehê encamên belgeyên di danişîna din de hatîn xwestin xwendin, dozger mafê axaftinê stand û xwest ku dîmenên resen ên Qereqola Hayatî Bîlgîn werin lêkolînkirin, çeka ku Kazanhan kuştî ji ber ku malê A.B.D. ye divê zanînên teknîkî ji fîrmayê bên xwestin, lê belê ji ber ku fîrma ji derveyî welat e wê agahî dereng werin ji bo vê çendê divê li wir kesên serbixe agahiyê bidin, ji ber ku şahid Îdris Sayaca û Firat Sayaca navnîşana xwe birine Mêrsînê bila nivîs ji wan re were şandin, bila girtina polîsê girtî M.N.G. berdewam be. 

Piştî axaftina dozger Serokê Baroya Şirnex Nuşirevan Elçi axivî û got ku kesên li welat karên baş dikin tên cezakirin, êşa Tahir Elçi hê jî di dile me de ye. 

‘HEMÛ POLÎS BILA WERIN DARIZANDIN’

Parezerên piştî axaftina Elçî axivîn ji diyar kirin ku qetilkirina Kazanhan qetilkirinek rêxistinkiriye û polîs vê dozê bi rêxistinkirî veşartî dihêlin. Ji bo vê çendê divê polîsên navê wan di vê dozê de derbas dibe hemû werin darizandin. Ev doza Kazanhan bila weke doza Ugur Kaymaz lê neyê û ji bo doza zarokan bibe mînak. 

‘KEŞF KÊM MAYE’

Piştî axaftian parêzeran polîsê girtî M.N.G axivî û got ku Kazanhan zarokekî guneh e lê belê ez ne bizanebûn bûme sedema kuştina wî û berdana xwe xwest. 

‘XWESTINA GIRTINA POLÎSÊN DIN HATE REDKIRIN’

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê navber da danişînê û piştre di runiştînê de biryarên ku girtine xwendin. Heteyê biryar da ku girtina M.N.G. berdewam be, xwesteka ji bo girtina her 4 polîsên din red kir. Biyar girtin ku, bila ji bo ku agahiyên teknîkî ên çeka Kazanhan pê hatî kuştin bên girtin ji kesênzane re rapor were nivîsandin û hemû dîmen werin lêkolînkirin. Dîsa hate xwestin ku ji bo şahid Îdrîs Sayaca û Firat Sayaca li devera lê ne bi riya SEGBÎS’ê îfadê bidin. Doz taloqî 12’ê Sibata 2016’an hate kirin. 

Piştî runiştinê li ber avahiya adliye parêzeran panqarta wêneyê Tahit Elçî û nivîsa, ‘’Em te ji bîr nakin’’ vekirin û axaftinek kurt kirin.

Komîsyona Mafê Zaroka a Baroya Amedê jî panqarta wêneyê Tahir Elçî li ser hilgirtin û gotin: ‘’Em ê ala têkoşîna te her tim rakin’’