Tûncel: Rojavayê Tirkiyeyê ji guhertinê re amade ye, pirsgirêk di vîna pêşeng de ye
Tûncel diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, pêvajoya şer a piştî 7'ê Hezîranê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin, rast pênase nekirine û got, "Nêrîna 'Xwerêveberî pirsgirêka Kurdan e, divê were destekkirin' rola pêşengiyê asteng dike."
ARZÛ DEMÎR
STENBOL / ANF
şemî, 12 berfanbarê 2015, 09:10
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, pêvajoya şer a piştî 7'ê Hezîranê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin, rast pênase nekirine û got, "Nêrîna 'Xwerêveberî pirsgirêka Kurdan e, divê were destekkirin' rola pêşengiyê asteng dike."
ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ PÊVAJO RAST PÊNASE NEKIR'
Tûncel da xuyakirin ku bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re rewşeke nû derketiye holê û da zanîn, ku gelên Tirkiyeyê bi qedandina desthilatdariya bi tena serê xwe ya AKP'ê re, nîşan dan ku ew alîgirê helwesteke azadî û demokrasiyê ne.
Tûncel got, "Lê belê Serokkomar ev vîn tine hesiband û biryar da Tirkiyeyê ji nû ve bixe nava hilbijartinan. Ev ne tenê meseleya Erdogan bû, dewlet gihaşt wê baweriyê ku bi koalîsyonê re nikare biryara xwe ya şer bimeşîne. Ji xwe AKP'ê jî, ji bo koalîsyon neyê avakirin çi ji dest hat ew kir. Bûyerên piştî wê rojê qewimîn, polîtîkaya şer a AKP'ê bi awayekî zelal raxist pêş çavan."
Tûncel ragihand, ku bi qewimîn û pêşketinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê re AKP ji bo tinekirina tevgera azadiyê ya Kurd ket ser rêyeke nû û got, "Erdogan beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo tezkereya 1'ê Adarê got, 'Me nikarîbû tezkereyê derxînin, lewma li Bakurê Iraqê herêmeke federal ava bû. Em ê destûrê nedin ku ev yek li Sûriyeyê pêk were'. Ev daxuyanî bi tena serê xwe jî nîşan dide ku meseleya bingehîn Rojava ye. Sedema bingehîn a bidawîkirina pêvajoya muzakereyê, vegera li pêvajoya şer û tevlîbûna li nava karên navxweyî yên Sûriyeyê ev e. Ji eniya rojavayê Tirkiyeyê ve rewş bi vî rengî bi zelalî nehat dîtin. Polîtîkayeke ji bo derbaskirina HDP'ê ji bendê hat meşandin. Bi derbasbûna ji bendê re bêguman serketineke mezin bi dest ket, lê belê piştî vê yekê dijwarbûna şer û bersiva gelê Kurd a li hemberî polîtîkayên şer ku bi xwerêveberiyê da, li rojavayê welêt rê li ber pirsa 'Çi diqewime?' vekir. Bi komkujiya li Enqereyê re me dît ku dewlet bi çavtirsandinê re dixwaze civakê bi rê ve bibe. Mîna DAIŞ'ê tevgeriya. Pirsgirêka bingehîn a hêzên demokrasiyê ew bû, ku pêvajo rast nenirxandin û pênase nekirin."
Tûncel bibîr xist ku di komxebatên wan ên sala 2005'an ên lis er xweseriya demokratîk de, Xweseriya Demokratî ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya Tirkiyeyê hat nîqaşkirin û da zanîn ku ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve jî hat qebûlkirin ku vê yekê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê rêyeke girîng vekiriye.
Tûncel ragihand ku hingî ev mijar bi tenê di asta nîqaşa entelektûel de ma û destnîşan kir, ku bi îlanên xwerêveberiyê re jiyanê nîşan da ku divê ya tê nîqaşkirin bikeve meriyetê.
'XWERÊVEBERÎ DAXWAZA TEVAHIYA WELÊT E'
Tûncel diyar kir ku hem pêkhateyên HDK'ê hem jî hêzên çep sosyalîst, divê daxwaza statuyê ya gelê Kurd fêm bikin û got, "Lê belê di pratîkbûyîna vê daxwazê de, gavek ji destekkirinê wêdetir nehat avêtin. Bêguman hin hêz hene ku pê re tevlî berxwedanê dibe, lê belê li rojavayê Tirkiyeyê hînê nêrîna 'Ev karê Kurdan e' heye. Kurd jî dibêjin 'Xwerêveberî pêwîstiya tevahiya Tirkiyeyê ye'. Li rojava, di nava hevrêyên me yên bi hev re tevdigerin de jî nêrîna 'Ev mesele ya Kurdan e, divê em destekê bidin' heye. Dibe ku ji ber vê yekê li rojavayê Tirkiyeyê bi dengekî xurt xwedî li vê berxwedanê nehat derketin. Halbûkî me li Gezî gelekî zelalî dît , ku xwerêveberî ne tenê daxwaza Kurdan e, daxwaza tevahiya welêt e."
'DAXWAZA GUHERTINÊ HEYE; PIRSGIRÊK DI VÎNA PÊŞENG DE YE'
Hevberdeka HDK'ê Sebahat Tûncel da xuyakirin ku civaka Tirkiyeyê ji vê guhertinê re amade ye û berxwedana Gezî bibîr xist. Tûncel got, "Bi mîlyonan mirov ji ber xwe ve daketin kolanan. Di dema berxwedana Renaûlt, Tofaşê de, karker ji bo mafên xwe bêyî li benda sendîkayan bisekinin dest bi çalakiyan kirin. Li nava jinan jî me dît. Di nava gel de daxwazeke guhertinê heye. Di vir de pirsgirêk qelsiya vîna pêşeng e. HDP'ê ji bo vê berpirsyariyê hilgire ser milê xwe banga 'Jiyana Nû' kir. Di demeke kurt de 6 mîlyon mirovan bersiva 'erê' dan vê bangê. Zemîna vê heye, lê belê di tespîtkirina rewşê de pirsgirêk heye."
Tûncel diyar kir ku rojavayê Tirkiyeyê bi derengî dikeve nava pêvajoyê û got, "Li Kurdistanê bûyer û qewimînên germ hene. Jiyan derfetê nade ku mirov rûnên û nîqaş bikin. Her tişt di nava têkoşînê de bi cih tên. Lê li rojava ewçend bi lez nîne."