Kampanyaya ‘Bila Muzakere destpê bikin ji Ocalan re Azadî’ destpê kir
Li Îzmîrê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TAYDER): “Starta Kampanyaya ‘Bila Muzakere destpê bikin ji Ocalan re Azadî’ hat dayîn.”
Li Îzmîrê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TAYDER): “Starta Kampanyaya ‘Bila Muzakere destpê bikin ji Ocalan re Azadî’ hat dayîn.”
Li Îzmîrê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TAYDER) ji bo azadiya Rêberê Gele Kurd Abdûllah Ocalan kampanya da destpêkirin. Komeleyê der barê kampayayê de li avahiya HDP'ê daxuyanî da û Parlementerê HDP'ê yê Îzmîr’ê Muslum Dogan, rêveberên HDP'ê yên Îzmîr’ê û endamê KJA'yê piştgirî dan daxuyaniyê.
Hevserokê TAYDER'ê Mûsa Karbadag di daxuyaniyê de got ku divê hemû demokrasî, azadî û aştiyê bixwazin divê xwedî li Ocalan derkevin û wiha axivî: "Azadiya Ocalan wê rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê veke. Li ser vî esasî divê her kes piştgiriyê bide kampanyaya me ya ji Ocalan re azadî."
Parlementer Dogan jî ragihand ku tecrîd ew e ku mafê jiyanê ji destê kesekî derdixe û divê demildest tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyan were rakirin.