Siwîsre ji bo Kurdistanê li ser piyan e

Li gelek navendên Sîwîsreyê, êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin.

Li gelek navendên Sîwîsreyê, êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin.

Li bajarên Bern, Zurîh û Cenevre ya Siwîsre Polîtikayên şer û qetlîamê ya dewleta Tirk li hember îlankirina xwerêveberiya li Kurdistanê didomin, bi çalakiyan hat protestokirin. Li aliyê din DEM-KURD’ê ji bo meşa ku 19’ê Kanûnê roja Şemiyê li navenda Baselê, banga beşdarbûnê li gel kir.

BERN

Di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê de gelek Kurdistanî û dostê wan li Bern Gasinoplatz kom bûn, li vir bi çalakiyekê êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto kirin, xwerêveberî silav kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “ Qatil Erdogan” û “ Ji bo gelê li Kurdistanê hezar silav” hatin qîrkirin, di daxuyaniya de li ser polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hat rawestandin, bang hate kirin ku her kes bi berpirsiyarî li xwerêveberiyan xwedî derkevin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi meşekê heta gara navenda Bernê pêk hat û piştre bi dawî bû.

ZURÎH

Di pêşengtiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Siwîsre de gelek kes li pêşiya avahiya Sefîrxaneya Tirk a li Zurîhê kom bûn, êrîş û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin.

Di çalakiyê de hat ragihadin ku di nava her şert û mercan de divê xwedî li xwerêveberiyan bê derketin.

CENEVRE

Yek ji wan navendên ku Kurdistanî derketin kolanan Cenevre bû.

Komek nêzî 200 kesan li pêşiya Postaxaneya Navendî ya Cenevre kom bûn, bi dirûşm û pankartan ve polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku li hember qetlîamên li ser Kurdistanê divê her kes rabe ser piyan û xwedî li çalakiyên ji bo xwerêveberiyê derkevin.

 

JI BO MEŞA NAVENDÎ BANGEWAZÎ

Li aliyê din DEM-KURD’ê ji bo meşa ku 19’ê Kanûnê roja Şemiyê ya li navenda Baselê banga beşdarbûnê kir.

Agahiyên meşê wiha ne:

19’ê Kanûnê roja Şemiyê wê li Basel Dreirossebürükke Park di saet 14:00’an de destpê bike.

 

...