Koma Çep û Keskan a PE dewleta Tirk bi tundî rexne kir

Koma Çep û Keskan a PE bi daxuyaniyekê, dewleta Tirk a ku komkujiyan li Kurdistanê dike, bi tundî rexne kir. Di daxuyaniyê de her wiha xemsariya welatên Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî şîdeta li Kurdistanê hat rexnekirin.

Koma Çep û Keskan (GUE/NGL) a Parlamenta Ewropayê (PE) bi daxuyaniyekê, dewleta Tirk a ku komkujiyan li Kurdistanê dike, bi tundî rexne kir. Di daxuyaniyê de her wiha xemsariya welatên Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî şîdeta li Kurdistanê hat rexnekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Tirk, li şûna 'bicihanîna ewlekariya cemaweriyê' mîna aliyekî pirsgirêkê tevdigerin û hat gotin, "Di êrîşên li Amedê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Em van êrîşên li hemberî çalakiyên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd tên lidarxistin, bi tundî şermezar kirin."

Koma GUE/NGL bang li hikûmeta AKP'ê kir ku dawî li 'şerê navxweyî' yê li hemberî PKK'ê bîne.

Ji parlamenterên partiya Keskan a Elman a Parlamenta Ewropayê Martîna Mîchels ku yek ji kesên mora xwe danîn binê daxuyaniyê, bal kişand ser têkoşîna PKK'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û bang AKP'ê kir ku li pêvajoya aştiyê vegere.

Parlamenterê Baskî Josû Jûarîstî jî bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên li hemberî Kurdan tê kirin, rexne kir. Jûarîstî da xuyakirin ku peymana di mijara penaberan de bi Erdogan re hatiye kirin, tê wateya destekkirina mirina Kurdan.