Sînemavan: Em bi endîşe bûyerên li Kurdistanê dişopînin

Sînemavanan bal kişandin ser komkujî û şerê dijwar ê li Kurdistanê diqewimin û bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku li benda mirina mirovan a di şerê qirêj de, nesekinin.

Li bajarên Kurdistanê bi taybetî jî li navçeya Amed Sûrê, pêkanînên rewşa awarte di bin navê qedexeya derketina derve de, tevî êrîşên dijwar ên li hemberî gel dewam dikin. Berxwedana gel a li dijî van êrîşan jî mezin dibe. Li rojavayê Tirkiyeyê, ku komkujiyên li Kurdistanê tên manîpulekirin, bêdengiyeke mezin heye.

Sînemavanan ji ANF'ê re nerazîbûna xwe ya li hemberî komkujî û şerê giran nîşan dan û bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku li benda mirina mirovan a di şerê qirêj de, nesekinin.

Derhêner Ozcan Alper banga bidawîkirina şer û êrîşên dijwar kir û anî ziman ku divê alî ji nû ve li maseyê vegerin û hevdîtinan bidomînin. Alper diyar kir ku weke hunermend û derhêneran wan nekarîbûn xwe bigihînin rojevê û got, "Ji ber ku her hefte bûyerek li vî welatî diqewime. Siyasetmedar bi xwe nikarin xwe bigihînin rojevê, lewma ji bo me jî gelekî zehmet e. Fîlmên me her çend li ser dema bihurî be jî, em Tirkiyeya niha vedibêjin. Ji ber ku hesabê paşerojê nehatiye dayîn, li vî welatî pêşerojeke baş nayê avakirin."

'ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ BÊDENG E'

Alper bibîr xist ku wan di fîlmê xwe yê dawî yê bi navê "Ruzgarin Hatiralari" de welatîbûna wekhev nirxandine û got, "Pirsgirêka esasî ew e ku dewlet bi komkujiyê re mafê welatîbûna wekhev a gelekî dieciqîne. Mixabin ji ber ku ev nayên nîqaşkirin, hesabên dema bihurî nayên dayîn, ev pirsgirêk dubare dibe. Pirsgirêka Kurd jî ev mesele ye. Ya ku tê xwestin welatîbûna wekhev û azadî ye. Lewma gel bên guhertin jî, daxwaz yek e. Em bûyerên diqewimin bi endîşe dişopînin. Li rojavayê welêt bêdengiyek heye, em nizanin bê mirov wê bi rêbazeke çawa nerazîbûnê nîşan bidin. Divê rê û rêbazên vê yekê jî werin nirxandin."

'DIVÊ MIROV LI BENDA MIRINA MIROVAN NESEKININ'

Erol Mîntaş jî ragihand ku dorpêçkirina tax û kolanan ji aliyê leşker û polîsan ve, nayê qebûlkirin û got, "Bi awayekî neyînî bandorê li jiyana sivîl dike. Zarok travma derbas dikin. Di demsala zivistanê de niha mirov neçar dimînin malên xwe biterikînin. Ev rewş nayê qebûlkirin."

Mîntaş da xuyakirin ku ji bo ev rewş bê guhertin û bêhtir dijwar nebe, divê rojavayê Tirkiyeyê jî dengê xwe bilind bike û got, "Mirovên li van herêman dema dengê xwe bilind dikin, ji xwe medya wan weke 'terorîst' nîşan dide. Gava ku vê meseleyê bisekinîne, bilindkirina dengê rojavayê welêt e. Lê belê mîna her carê bêdengî û xemsariyek heye. Gelê Amedê ji xwe dengê xwe bilind dike, nerazîbûna xwe û daxwaza xwe ya aştiyê tîne ser ziman. Banga me hunermendan ew e ku çek bên bêdengkirin û veger li diyalogê bê kirin. Pêwîste mirov li benda mirina mirovan di vî şerê 30 sal in dewam dike de, nemînin."

'AZADIYA KURDAN NÊZ E'

Zeynel Dogan da zanîn ku li pêşberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin êdî bandora gotinê nemaye û got, "Li şûna bangawaziyan, bi dîtina min divê mirov dakevin kolanan. Wexteke ku em winda bikin jî nemaye. Çi wê bê kirin, pêwîste di vê demê de bê kirin. Ez vê demê weke demeke ku azadiya Kurdan nêz dibe, dibînim."

Dogan diyar kir ku mirovên vê pêvajoya şer fêm bikin, ew mirovên li van deran dijîn e û got, "Ji bo mirovên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, şer û komkujî bi tenê nûçeyek di televîzyonê de tê weşandin e. Lewma ti tişt çareser nebû. Divê mirov bi bendewariyeke gelekî mezin ne li hêviyê bin ku ew der fêm bike. Kurd pêvajoyê fêm bike, ew bes e. Rojavayê welêt wê bi derengî pêvajoyê fêm bike. Bendemayîn jî ji xwe xeyalekî vala ye."

...