Zextên li girtîgehan her ku diçe girantir dibe

ÎHD û TÎHV'ê Rapora Îhlalên Mafan a girtîgehan ragihand raya giştî. Di raporê de tê gotin ku pêvajoya siyasî yek bi yek li ser girtîgehan bandor dike.

 ÎHD û TÎHV'ê Rapora Îhlalên Mafan a girtîgehan ragihand raya giştî. Di raporê de tê gotin ku pêvajoya siyasî yek bi yek li ser girtîgehan bandor dike û bi taybet ji meha Hezîranê ve heya niha zextên li ser girtiyên her ku diçe girantir dibe.

Şaxên Stenbolê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan de, Rapora Îhlalên Mafan ya 4 mehan a girtîgehên li Marmarayê ragihand raya giştî. 

Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Hatîce Onaran raporê eşkere kir. Di raporê de bi taybet tê diyarkirin ku, di mehên dawî de bi taybet jî piştî meha Hezîranê îhlalên mafan pir zêde bûye. Di raporê de te gotin ku pêvajoya siyasî yek bi yek li ser girtîgehan bandor dike. 

GİRTÎ Dİ BİN TECRÎDA GİRAN DE NE

Di raporê de hate diyarkirin ku, daxwezname, name û faksên girtiyan nayê şandin, mafên wan ên hevdîtina hevpar tê astengkirin û bi taybet girtiyên ku cezayên heta hetayê girtî di bin tecrîda giran de têne girtin