HDP'ê 'veguhastina leşkerî' ji hikûmetê pirsî
Parlamenterê HDP'ê Encu, veguhastina leşkerî ya li Kurdistanê xist rojeva Meclîsê. Encu got, "Li hemberî kîjan hêzê, hûn ewqas leşkeran li bajaran bi cih dikin. Li hemberî we hêzeke ewçend mezin heye?"
Parlamenterê HDP'ê Encu, veguhastina leşkerî ya li Kurdistanê xist rojeva Meclîsê. Encu got, "Li hemberî kîjan hêzê, hûn ewqas leşkeran li bajaran bi cih dikin. Li hemberî we hêzeke ewçend mezin heye?"
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, veguhastina leşkerî ya li Kurdistanê xist rojeva Meclîsê.
Encu li ser veguhastina leşkerî ya li Silopiya û Cizîrê pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala kir û bersiva van pirsan xwest:
"Stratejiya nû ya li bajarên Kurdan bi taybetî jî li Cizîr û Silopiyayê di meriyetê de ye, ji ber kîjan sedemê ye?
Hîmê hiqûqî yê vê stratejiyê çi ye?
Çiqas leşker li van navçeyan hatine bicihkirin?
Ev strajîk ji aliyê kîjan hêza dewletê ve bi kîjan biryarê hatiye destnîşankirin û tê meşandin?
Li hemberî kîjan hêzê, hûn ewqas leşkeran li bajaran bi cih dikin. Li hemberî we hêzeke ewçend mezin heye? Eger hebe, ev hêz çi ye/kî ye?
Li gorî we, ewlekariya bajarekî bi tenê ji aliyê hêza emniyetê ve dikare bê bicihanîn?
Der barê bajarên veguherîne xirbeyan de ti raporek an jî xebateke ji aliyê we ve hatiye meşandin heye?
Xisara madî û manewî çiqas e?"