HDP’ê ji bo Amed, Mêrdîn û Şirnexê heyet ava kir

HDP’ê li hember qedexeyên kolanan ên li navçeyên Amed, Şirnex û Mêrdînê didomin, heyetên ku ji wekîlan pêk tên, ava kir.

HDP’ê li hember qedexeyên kolanan ên li navçeyên Amed, Şirnex û Mêrdînê didomin, heyetên ku ji wekîlan pêk tên, ava kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hember hewldanên qetlîaman ên di bin navê qedexeyên kolanan de li bajarên Kurdistanê tên meşandin, ji wekîlên bajarên din ên ji bilî li herêmê ne, 3 heyet ava kir. Heyetên hatine ava kirin wê biçin navçeyên Şirnex, Mêrdîn û Amedê, li van derana bi gel re di nav piştevaniyê de bin.
Navên wekîlên di heyetan de ne wiha ne:

Heyeta Şirnexê: Parlamenterê Agirî Berdan Ozturk, Parlamenterê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, Parlamentera Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan, Parlamenterê Wanê Lezgîn Botan,

Heyeta Mêrdînê: Parlamenterê Semsûrê Behçet Yildirim, Parlamentera Agirî Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera Êlihê Saadet Becerîklî, Parlamenterê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali.

Heyeta Amedê: Parlamenterê Dîlokê Mahmût Togrûl, Parlamentera Bedlîsê Mîzgîn Irgat, Parlamenterê Rihayê Îbrahîm Ayhan.