Pêkanînên terorî yên hikûmeta AKP’ê yên li dijî Kurdistanê, li welatên cuda hatin protestokirin. Li Elmanya, Siwîsre û Qibrisê, Kurdistanî û dostên wan, AKP’e protesto kirin, berxwedana xwerêveberiya gel silav kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 15 berfanbarê 2015, 17:30
Pêkanînên terorî yên hikûmeta AKP’ê yên li dijî Kurdistanê, li welatên cuda hatin protestokirin. Li Elmanya, Siwîsre û Qibrisê, Kurdistanî û dostên wan, AKP’e protesto kirin, berxwedana xwerêveberiya gel silav kirin.
Yên li Rojavayê Fransa dijîn jî ji îro û şûn de dest bi çalakiyan dikin.
SACHSEN
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresden ya eyaleta Sachsen a Elmanya, li Altmark ya Dresden meşek li dar xist. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, bi Kurdî, Tirkî û Elmanî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de, AKP’e ya bi “ qedexeya kolanan” a li ser Kurdistanê welatiyên sivîl qetil dike hat şermezarkirin.
STOCHOLM
Çalakiya Kurdistaniyên li Stockholmê ya paytexta Siwîsreyê didome. Girseya ku li pêşiya avahiya Konsolosxaneya Tirk kom bû, qetlîamên AKP’ê protesto kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Gelê Sûrê ne bi tenê ye”, “ Qatil Erdogan”, “ Bijî Serok Apo” û “ Bijî PKK” qîr kirin.
Di axaftinên çalakiyê de, bang li gelê Ewropa dijîn hate kirin ku xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê derkevin.
QIBRIS
Kurdên ku li Qibrisê jî, îro li paytexta Nicosia li pêşiya avahiya Yekîtiya Ewropa kom bûn. Girseyê kiryarên hikûmeta AKP’ê û Erdogan şermazar kir, piştre 3 kesên ku ji nav xwe wek endamên Meclisa Gel a Qibrisê hatin hilbijartin, bi sedema gilîyên xwe bînin ziman şandin nûnertiya Yekîtiya Ewropa (YE). Heyetê, têkildarî kiryarên hikûmeta AKP’ê û Erdogan dosyaya ku amade kirine radestî Nûnertiya Yekîtiya Ewropa kir.
Axaftinên çalakiyê bal kişand ser bêdengbûna Ewropa û wiha hat gotin: “ Heta Ewropa bêdengbûna xwe bi dawî bike, dibe ku ji bo her tiştî dereng be.”
BOCHUM
Li bajarê Bochum ê Elmanya jî li hember terora AKP’ê çalakî hat lidarxistin.
Li bajar, ji bo xwedî li berxwedana xwerêveriyê û bi armanca rawestandina terora AKP’ê roja pênçşemê saet 17:00’an ji pêşiya HBF heta Rathausê wê meşek bê lidarxistin. Kurdistaniyan banga beşdarbûna çalakiyê kir.
ROJAVAYÊ FRANSA
Wê li Rojavayê Fransa polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê bên protestokirin. Kurdistanî û dostên wan wê rojên 15-19’ê Kanûnê derkevin kolanan, qetlîamên AKP’ê yên li hember sivîlan protesto bikin û berxwedana gel silav bikin.
Agahiyên cih, roj û saetên çalakiyan wiha ne: “ 15’ê KANÛNÊ Vennes- saet 18:00, Cih Place de la Gare
16’ê KANÛNÊ
Lorient- saet: 18:00, Cih: Place A Briant