Parêzerê Mandela: Divê her kes xwedî li Ocalan û doza wî derkeve
Parêzerê lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa ji ANF'ê re axivî.
Parêzerê lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa ji ANF'ê re axivî.
Parêzerê lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa ji ANF'ê re axivî.
Moosa der barê pêwendiya xwe ya destpêkê bi Ocalan re ev agahî da:
"Pêwendiya min a destpêkê, di sala 1997'an de dema heyetek ji lîderên civaka Kurd a li Ewropayê ji bo mafê penaberiya siyasî ya ji bo Birêz Abdullah Ocalan hat Afrîka Başûr pêk hat. Hingî Ocalan û rêxistina wî PKK li Tirkiyeyê qedexe bû. Ew bi xwe, tevî hin lîderên PKK'ê ji bo parastina mafê xwerêvebirinê yê gelê Kurd, li sirgûnê bû. Ocalan çûbû Ewropayê. Ji ber bandora hikûmeta Tirk a li ser welatên Ewropayê, welatên Ewropayê mafê penaberiyê nedidan Ocalan. Heyetê ji hikûmeta Nelson Mandela xwestibû, ku eger Ocalan karibe xwe bigihîne Afrîka Başûr mafê penaberiyê bide û hikûmetê soza vê yekê dabû heyetê. Ji bo vê soza hikûmeta Mandela garantî bikin, ez û hin rayedarên din ên hatin wezîfedarkirin, ji bo pêşwazîkirina Ocalan li Afrîkaya Başûr me komîteyeke ava kir.
Li gorî stratejiya bi heyeta Kurd re hat destnîşankirin, Ocalan wê bi rê û rêbazekê xwe bigihanda Afrîkaya Başûr. Ji ber ewlekariyê biryar hatibû dayîn ku di ser Ewropayê re yekser neyê Afrîkaya Başûr. Li gorî planê, wê di destpêkê de bigihaşta Namîbya û ji wir di sînor re derbasî Afrîkaya Başûr bibûya. Lê belê di rê de di 15'ê Sibata 1999'an de li Kenyayê ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî ve hat girtin û radestî rayedarên leşkerî yên Tirk hat kirin."
ALIYÊN OCALAN Û MANDELA YÊN DIŞIBIN HEV
Moosa da xuyakirin ku ew ji Sibata 1999'an û vir ve doza Ocalan û ragirtina wî ya bi awayekî neheqî, dişopîne û aliyên Ocalan û Mandela yên dişibin hev, bi vî rengî vegot:
"Mandela mîna Ocalan ji bo xwerêveberiya gelê xwe şer kiribû. Mandela ji ANC re, Ocalan jî ji PKK'ê re lîdertî kirin. Her lîder, hem bi xwe hem jî rêxistinên wan li welatên lê têdikoşiyan hatin qedexekirin. Her duyan û rêxistinên wan, ji ber ku xebatên wan ên siaysî yên azad hatin qedexekirin dest bi têkoşîna çekdarî kirin, ku ev yek li gorî hiqûqa navneteweyî rewa ye. Her du jî rastî xiyaneta rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî hatin û hatin girtin. Her du jî bi sûcdariya 'xiyaneta li welêt' hatin sûcdarkirin û cezayê mirinê li her duyan hat birîn.
Mandela di dema rûniştina dozê de ev daxuyanî dabû: "Di tevahiya emrê xwe de, ez ji bo têkoşîna gelê Afrîkayê têkoşiyiam. Li dijî serdestiya spiyan min şer kir, li dijî serdestiya reşikan min şer kir. Xwedî xeyala civakeke demokratîk û azad a mirovên wekhev bûm. Jiyan û nêrîna min di vî warî de ye. Lê belê eger pêwîstî pê hebe, ez her tim amade me di oxira vê de bimirim."
Ev nêrîn di heman demê de nêrîn û hesreta Ocalan e ku dixwaze pêk bîne. Lê belê mîna Mandela li wî jî cezayê ragirtina heta bi hetayê hat birîn. Çawa ku Mandela beşeke mezin a cezayê xwe li girtîgeha Girava Robben kişand, Ocalan jî li Girava Îmraliyê ragirtî ye."
Dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa destnîşan kir ku bêşik û bêguman Ocalan lîderê piraniya Kurdên li Rojhilata Navîn û dîasporayê ye.
'ME XWEST OCALAN ZIYARET BIKIN, LÊ HIKÛMETÊ RED KIR'
Moosa da xuyakirin, ku piştî girtina Ocalan wan 'Komîteya Pêşwazîkirinê' veguherandin Koma Çalakiyê ya Mafên Mirovan a Kurdan û da zanîn, ku armanca vê komîteyê şopandina rewşa Ocalan û çavdêriya li binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî gelê Kurd tên kirin e. Moosa got, "Ez weke serokê vê saziyê hatim wezîfedarkirin û hînê jî li heman cihî heman xizmetê dikim. Weke sazî û min bi xwe weke şexs xwest li girtîgehê Ocalan ziyaret bikim. Lê belê rayedarên dewleta Tirk serlêdana me ya ziyaretê red kirin."
'OCALAN YEKANE LÎDERÊ BI PÎVAN E'
Moosa der barê girîngiya Ocalan ji bo Rojhilata Navîn de got, "Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo aştiya Rojhilata Navîn dixebite û bi armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê 'Nexşerêya Muzakereyê' destnîşan kir. Pîvanên di vê belgeyê de hatine destnîşankirin, dikarin li herêmên din ên Rojhilata Navîn jî bi cih werin anîn. Li herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê ji gelek aliyan ve bi awayekî serketî bi cih tên anîn.
Ocalan ku ji bo çareseriyeke aştiyane ya şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî îtîbar û otorîteyeke dikare pê re muzakere bê kirin e, li Rojhilata Navîn yekane lîderê bi pîvan e."
Moosa da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Afrîkaya Başûr baş tê naskirin û got, "Başûrê Afrîkayê welatekî ku Ocalan ji bo penaberiya siyasî tecrîha serlêdanê kiribû. Eger karîbûya xwe bigihanda Afrîkaya Başûr, rêveberiya Mandela qebûl kiribû ku mafê penaberiya siyasî bide wî."
'NE TENÊ TÊKOŞÎNA KURDAN E, TÊKOŞÎNA HER KESÊN AZADIYÊ DIXWAZIN E'
Ji bo azadiya Ocalan, Moosa ev nirxandin kir: "Li eniya navneteweyî Kurd bi tabetî li dîasporaya Ewropayê xwe gelekî baş birêxistin kirine. Di nava deh salên bihurî de gelek kampanya, meş, çalakî, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê ji bo azadiya Ocalan hatin lidarxistin. Ev yek ne tenê têkoşîna gelê Kurd e, têkoşîna hemû mirovên li gelemperiya cîhanê ji azadiyê hez dikin e. Mafê xweseriyê li gorî hiqûqa navneteweyî mafekî bingehîn ê însanî ye."
Moosa ragihand ku bi rêya diyalog û muzakereyê re çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê, dikare li Îranê jî firsenda xweseriyê bide Kurdan.