Terora AKP'ê li ber Meclîsê hat şermezarkirin

Komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li ber avahiya Meclîsê hatin şermezarkirin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan xwest tecrîd bê rakirin û muzakere were destpêkirin.

Komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li ber avahiya Meclîsê hatin şermezarkirin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan xwest tecrîd bê rakirin û muzakere were destpêkirin.

Îro li ber deriyê Meclîsê "qedexeyên" li Kurdistanê hatin protestokirin. Nûner û endamên gelek saziyên civaka sivîl, li ser banga Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ber Deriyê Dîkmen ê Meclîsê civiyan û nerazîbûn nîşanî pêkanînên rewşa awarte ya li Kurdistanê dan.

Hevserokê Giştî ya KESK'ê Lamî Ozgen û parlementerên HDP'ê Alîcan Onlu û Muslum Dogan jî tevlî protestoyê bûn.

Serokê Giştî ya ÎHD'ê Ozturk Turkdogan di axaftina xwe de balê kişand ser rewşa awarte ya Kurdistanê û bang li Meclîsê kir ku li hemberî van pêkanînan tedbîran bigire. Turkdogan diyar kir ku bi navê "qedexeya derketina derve" re bajarên Kurdistanê têne dorpêçkirin û destnîşan kir ku mafê waliyan nîne biryarên bi vî rengî bigire.

Turkdogan, di dawiya axaftina xwe de bang kir ji bo şer were rawestandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û muzakere bê destpêkirin.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.