Li peravên Egeyê cenazeyên 2 zarokên din hatin dîtin

Masîgirên li Çeşmeyê xwe berdan nava deryayê, cenazeyên 2 zarokan dîtin.

Masîgirên li Çeşmeyê xwe berdan nava deryayê, cenazeyên 2 zarokan dîtin.

Li navçeya Îzmîr Çeşmeyê, masîgirên danê vê sibehê ji bo girtina masiyan xwe berdan nava deryayê, cenazeyên 2 zarokên êlekê 'rizgariyê' lê bûn dîtin. Masîgiran cenazeyên zarokan xistin keştiya xwe û rewş ji Fermandariya Ewlekariyê ya Peravê re ragihandin.

Hat ragihandin ku cenaze yên Hadîn Hadî yê 6 salî û Salman Ezdîn ê 2 salî yên welatiyê Iraqê ne. Ji bo otopsiyê cenaze rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Li herêma cenaze lê hatin dîtin, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.