Polîsan li Tarsûsê nikarîbû berxwedanê bişikînin
Li Tarsûsê ev 4 roj in bi pêşengiya jinan, ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê çalakî tên lidar xistin. Polîsên ku nikarîbûn vê berxwedanê bişikînin, ji taxan vekişiyan.
Li Tarsûsê ev 4 roj in bi pêşengiya jinan, ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê çalakî tên lidar xistin. Polîsên ku nikarîbûn vê berxwedanê bişikînin, ji taxan vekişiyan.
Li taxên Fahrettînpaşa, Gazîpaşa, Barbaros, Şahîn, Fevzî Çakmak, Tozkoparan û Gîrne yên navçeya Mersîn Tarsûsê, ev çar roj in berxwedan li dijî terora dewleta Tirk tê nîşandan.
Ji ber berxwedana tevahiya şevê, polîsan danê sibehê xwe ji herêmê vekişandin. Piştî ku polîs vekişiyan, welatiyan dest bi paqijkirina kolanên xwe kirin.
Li aliyê din, esnafên taxan jî hînê dikanên xwe venakin.