Yuksekdag: Berxwedana xwerêveberiyê li dijî darbeyê berxwedana sivîl e

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir ku berxwedana xwerêveberiyê, li dijî darbey adesthilatdariya AKP/Qesrê, berxwedaneke gel a sivîl e.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag sala 2015'an nirxand û destnîşan kir ku berxwedana xwerêveberiyê, li dijî darbey adesthilatdariya AKP/Qesrê, berxwedaneke gel a sivîl e.

Yuksekdag darbeya AKP'ê û berxwedana xwerêveberiya gel a li dijî vê darbeyê, ji ANF'ê re nirxand.

Yuksekdag da xuyakirin ku hêzên serdest hewl didin siyaseta cîhanê, herêmê û Tirkiyeyê ji nû ve dîzayn bikin û got, "Di vê pêvajoya demokrasbûnê de vîn û daxwazên gelan hene. Vîna xwerêveberiyê, vîna gel a di vê pêvajoya guherînê de temsîl dike. Berxwedana xwerêveberiyê, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelekî girîng e. Hem ji aliyê konjonturel ve gelekî krîtîk e, hem jî ji aliyê dîrokî ve tevgereke diyarker e. Bi awayekî zelal di navbera hêzên statukoparêz ên darbekar û hêzên berxwedana gel a demokratîk ve têkoşînek tê meşandin."

QADA SIYASETÊ NE BI XENDEKAN, BI DARBEYÊ DORTENG DIBE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku qada tevgerê ya HDP û û hêzên demokratîk, ji aliyê darbeya desthilatdariya AKP/Qesrê ve hatiye tengavkirin û got, "Li Tirkiyeyê darbeyek heye. Di navbera berxwedêrên li hemberî vê darbeyê û yên li ber xwe nadin, di navbera yên darbe kirine û yên hedefa darbeyê ne de, têkoşînek tê meşandin. Yên ku li hemberî vê darbeyê li ber xwe nadin, bi tinehesibandinan rastiya darbeyê re dibêjin qey ew ê rizgar bibin. Lê belê êdî rewşeke ku mirov karibe xwe lê rabigire, nemaye. Darbe veguherî aşûtê û her tiştên derdikeve pêşiya xwe, ji holê radike. Ya ku zemîna tevgera siyaseta demokratîk ji holê rakir, yekser darbeya AKP/Qesrê ye."

DARBE BI ÇIRANDINA MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ RE DESTPÊ KIR

Yuksekdag destpêka vê darbeyê bi vî rengî nirxand: "Ev darbe, bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê re xwe nîşan da. Mutabaqat ji aliyê tifaqa AKP/Qesrê ve hatiye xerakirin û mase hatiye qelibandin. Ev yek destpêka darbeyê ye. Mîna ku Birêz Ocalan jî berê anî ser ziman; mekanîka darbeyê li Tirkiyeyê her tim hebûna xwe parastiye. Bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê a 28'ê Sibatê re, mekanîka darbeyê ya di pozîsyona statîk de bû, aktîf bûye. Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê hêz û pozîsyona berxwedana li hemberî darbeyê derxist holê. Lê belê ev pozîsyon ji aliyê me û hemû hêzên demokrasiyê ve baş nehatiye bikaranîn. Lewma darbe bi temamî derket holê. Qetilkirina gel, operasyonên hilweşandinê û êrîşên leşkerî yên li bajarên krudan, veguherî rastiya darbeyê. Piştî 7'ê Hezîranê darbe bêhtir hat dîtin. Mînak; hikûmet nehat avakirin. Pêşî li alternatîfên koalîsyonê hat girtin. Bi taybetî tevgereke êrîşên giran a li hemberî bajarên Kurdan destpê kir. Bi tank, top û komkujiyan re hilbijartineke mecbûrî hat pêkanîn. Ev hemû, encamên AKP'ê di 1'ê Mijdarê de bi dest xist, xeyrî meşrû kir. Rejîmeke darbeyê, desthilatdariyeke darbeyê derket holê."

BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ, BERXWEDANA LI DIJÎ DARBEYÊ YE

Yuksekdag da zanîn ku berxwedana xwerêveberiyê, berxwedana gel a sivîl, ji bo mezinkirina berxwedana li dijî vê darbeyê roleke girîng lîstiye û got, "Li hemberî me darbeyek heye û ji aliyê xwerêveberiyan ve li hemberî vê darbeyê berxwedanek tê nîşandan. Gelê Kurd ê ku bi 'Hûn bi xendekan re siyasetê dikin' tê sûcdarkirin, li dijî darbeyê bûye dînamîka berxwedanê ya hemû gelên Tirkiyeyê. Veguheriye dînamîka pêşeng a sivîl a berxwedana li dijî darbeyê. Berxwedana xwerêveberiyê, qada siyaseta demokratîk dorteng nake, berevajî xurt dike. Berxwedêriya qada siyaseta demokratîk mezin û zexm dike."

KURD JI DEWLETÊ QUT DIBIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir, ku ew vê pêvajoyê ne weke qutbûna gelan ji hev, weke qutbûna Kurdan ji dewletê dibîne û ev nirxandin kir: "Asta zanebûnê ya gelê Kurd ewçend bi heybet e, ku li qada herêmî û gerdûnî veguheriye ronahiya hişmendiyeke nû ya demokrasiyê. Tevî ku gelê Kurd ewqasî êş kişandiye jî li hemberî gelên Tirkiyeyê bi hêrs nebûye. Hêrsa Kurdan li hemberî dewletê ye. Ji ber vê yekê nikarin gelê Kurd ber bi aliyê xwe ve bikişînin. Ev yek rewşeke serketî yan jî binketina bi berxwedêriya fîzîkî were pîvandin e. Ji bilî berxwedêriya fîzîkî, bi asteke polîtîkbûyînê li ber xwe dide. Ev hêza siyasî û asta têgihiştî, vî gelî dike ku neyê têkbirin. Li gorî min, ji qutbûnê wêdetir, dînamîkên yekbûyînê ava bûne. Pêwîste bêdengiya li rojavayê welêt jî weke bêdengiya bêdawî neyê dîtin. Di nava hefteyek, deh rojan de zindîbûneke cidî rû da. Ev yek wê di dema pêş de xurttir bibe."

SALA 2016'AN WÊ BIBE FÎNAL

Yuksekdag da xuyakirin ku sala 2015'an bû têkoşînên mezin, berxwedanên gelekî bi heybet, di heman demê de êrîşên giran rû dan û got, "Ez sala 2016'an weke sala encam û fînala van berxwedanên bi heybet dibînim. Di sala 2016'an de gelê Kurdistan û Tirkiyeyê wê bi van berxwedanên dîrokî û bi heybet ên mezin re bigihêjin encamê, bigihêjin fînalê."