ROJANE
Hemû Nûçe
-
Elewiyan, komkujî li ber Konsolosxaneya Tirk şermezar kirin
Li ser banga Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê (AABF), êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li Stûttartê hat şermezarkirin. Bi vê armancê nûnerên saziyan çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Tirk. -
Vaye navên çawişên pispor ên li Şirnexê îstifa kirin
Navên 11 çawişên pispor ên nexwestin bibin parçeyek ji şerê qirêj ê AKP'ê û îstifa kirin, aşkere bûn. -
Bloka Aştiyê ya Stenbolê destek da akademîsyenên bûn hedefa Erdogan
Bloka Aştiyê ya Stenbolê da xuyakirin ku ew destekê didin akademîsyenên bûne hedefa Erdogan. -
Demîrtaş: Em gelekî meraq dikin gelo Erdogan kîjan zanîngeh bi çi rengî qedand
Demîrtaş bal kişand ser daxuyaniya Serokkomar Erdogan a ku akademîsyen hedef digirt û got, "Haya Tirkiyeyê ji xwendina wî nîne. Em gelekî meraqan dikin gelo serokkomarê welatê me zanîngeh bi çi rengî qedand." -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin: 19 kes hatin binçavkirin
Li Agirî, Îdir, Mersîn, Edene û Aydinê di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin. -
Yilmaz: Divê em xwerêveberiyan li rojavayê welêt jî ava bikin
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz destnîşan kir, ku polîtîkaya êrîşê ya dewleta Tirk a li hemberî xwerêveberiyan dimeşîne, nayê qebûlkirin. -
Îbrahîm Çîçek: HDK a nûbûyî wê li rojavayê Tirkiyeyê têkoşînê mezin bike
Nivîskar, rojanemvanê sosyalîst Îbrahîm Çîçek ê di pêvajoya damezrandin û rêxistinbûyîna HDK'ê de cih girt, da xuyakirin ku eger HDK xwe nû bike û dorfireh bibe, wê di têkoşîna azadî û aştiyê ya li rojavayê Tirkiyeyê de gavên mezin bide avêtin. -
Chomsky: Erdogan, kesên ku sûcên li dijî Kurdan tên kirin lenet dikin, sûcdar dike
Chomsky diyar kir ku Tirkiye ji aliyekî ve DAIŞ'ê sûcdar dike, lê li aliyê din destekê dide El Nûsra ku ev rêxistin ji DAIŞ'ê ne cuda ye. -
Li Wûppertalê komîteya çalakiyan hat avakirin
Li bajarê Elmanya Wûppetralê, sazî û rêxistinên ser bi Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, di bin sîwana Yekîtiya Hêzê ya Demokratî de komîteyek çalakiyan a xwecihî ava kirin. -
Ji ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk banga beşdariya li çalakiyan
Di civîna ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de biryar hat dayîn, ku ji bo teşhîrkirina komkujiyên li Kurdistanê û xwedîderketain li xwerêveberiyan, çalakiyên berfireh werin lidarxistin. -
Nasnameyên kesên di teqîna Sûltanahmet de jiyana xwe ji dest dan aşkera bû
Nasnameya 10 kesên îro di teqîna li Qada Sûltanahmet a Stenbolê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hat aşkerakirin. -
Biryara yekem a DMME ya têkildarî terora dewleta Tirk
DMME’yê têkildarî terora dewleta Tirk biryara pêwîstî bi tedbîrên niha tinene da. -
2 kes hatin girtin, 2 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
Ji 3 ciwanên li Bûrsayê hatin binçavkirin 2 hatin girtin, li Stenbol, Amed û Şemzînana Colemêrgê jî di nav de yek astengdar, 2 zarok bi giştî 10 welatî hatin binçavkirin. -
Demîrtaş: Ya em ê bi ser bikevin, yan jî faşîzm
Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de axivî. Demîrtaş bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên AKP'ê û destnîşan kir ku eger gel li ber xwe bide, ew ê bi ser bikeve. -
Erdogan, rewşenbîrên daxwaza aştiyê kirin, bi xiyanetê sûcdar kir
Rewşenbîr û akademîsyenên ji bo bidawîbûna şer bang kirin, bûn hedefa Erdogan. -
Weşana li ser teqîna li Sûltanahmetê hat qedexekirin
Weşana li ser teqîna Sûltanahmetê hat qedexekirin. Li gorî daxuyaniya dewleta Tirk di vê teqînê de 10 kes mirine, 15 kes jî birîndar bûne. -
Li meydana Sûltanahmet a Stenbolê teqîn
Li meydana Sûltanahmet a Stenbolê, teqînekê rû da. Tê gotin ku ji ber teqînê mirî û birîndar hene. -
Li pêşiya Seferatxaneya TC a li Londrayê çelenga reş hat danîn
Bi armanca protestokirina qetilkirina 12 ciwanên li Wanê yên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin înfazkirin, li pêşiya Seferatxaneya Tirk a li Londrayê çelenga reş hat danîn. -
Girtiyên ku ji Îmraliyê hatin sirgûnkirin: Em hatin revandin!
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi girtiyên ji girtîgeha Îmraliyê şandin Sîlîvriyê re hevdîtin pêk anîn. -
Li Moskova li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakî
Parlementerê Partiya Rûsyaya Adîl Dmîtry Zakharov ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a Moskovayê çalakiya portestoyê ya yek kesî li dar xist. -
Ji girtiyên ku ji Îmraliyê sirgûnî Sîlîvriyê kirin re qedexeya hevdîtin û têkîliyan!
Li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Sîlîvrî ya ku Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên bêyî agahiya malbat û parêzeran anîn, mafên wan ên hevdîtin û girtina agahiyan 3 mehan ji destên wan hat girtin. -
Li dijî qetlîamên li Kurdistanê CDÛ hat ziyaretkirin
Heyeta Kurdistanî CDÛ ziyaret kir, bal kişand ser qetlîamên AKP’ê. -
Êrîşên AKP'ê wê li Madrîdê werin protestokirin
Li paytexta Spanya Madrîdê, Komîteya Piştgiriya bi Gelê Kurd û Rojava re, wê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bimeşe. -
Qetilkirina Tahîr Elçî: Du delîl hatin windakirin!
Hat ragihandin, ku du ji delîlên li ser qetilkirina Tahîr Elçî hatine windakirin. -
Şahidan cînayetên JÎTEM'ê vegotin; RTUK'ê ceza li Ozgur Gun TV birî!
Weşandina dokûmantera "Kuçuk Kara Baliklar" a li ser cînayetên JÎTEM'ê, ji aliyê RTUK'ê ve weke "Biçûkxistina leşker û efserên Tirk" hat nirxandin û 13 hezar TL cezayê îdarî li Ozgur Gun TV hat birîn.