Li Moskova li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakî

Parlementerê Partiya Rûsyaya Adîl Dmîtry Zakharov ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a Moskovayê çalakiya portestoyê ya yek kesî li dar xist.

Li hember terora dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê yê ku sivîlan dike hedef, ji parlementerên Partiya Rûsyaya Adîl Dîmîtry Zakharov çalakiya protestoyê li dar xist. Zakharov îro li kolana Rostovskiy Pereûlok li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk bi pankartan çalakiyek lidar xist, bang li Erdogan û AKP’ê kir ku dawî li qetlîamên sivîlan bîne. Wêneyên 3 siyasetmedarên jinên Kurd ên li Silopiyayê ji aliyên tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin û nivîsînên ku qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hebû hilgirtibû.

Çalakiya Zakharov a nêzî saetekê berdewam kir, piştre bi rojnamevan re axivî û wiha got: “Erdogan ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, gelê xwe qetil dike.”