Demîrtaş: Ya em ê bi ser bikevin, yan jî faşîzm
Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de axivî. Demîrtaş bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên AKP'ê û destnîşan kir ku eger gel li ber xwe bide, ew ê bi ser bikeve.
Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de axivî. Demîrtaş bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên AKP'ê û destnîşan kir ku eger gel li ber xwe bide, ew ê bi ser bikeve.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma partiya xwe de, mijarên di rojevê de ne nirxand.
Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de êrîşa li Sûltanahmetê şermezar kir û got "Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Înşaleh wê ev êrîş jî mîna yên din di nava tarîtiyê de nemîne."
Demîrtaş bal kişand ser girîngiya rojeva Tirkiyeyê û got, "Her roj, her saet agahiyên li ser zilm û mirinê tên. Ev yek veguehrî rojeveke ji rêzê ya Tirkiyeyê. Di nava vê rojeva dijwar de, ya ku ji parlamenta welêt tê xwestin çi ye? Li hev bicive, nîqaş bike û li çareseriyê bigere. Çareserî jî nebe, qet nebe divê parlament nîşan bide ku bala xwe li ser rewşê ye. Ez li rojava vê hefteyê ya parlamentê dinêrim; guhertina di qanûna leşkeriyê de... Tu yê bêjî qey rojeva welatekî gelekî dûr e. Tu yê bêjî qey ev der Swêdê, Norwêc e û parlamenta wan e."
Demîrtaş da xuyakirin, ku ji hikûmet û parlamentê ferman hatiye dayîn ku van mijaran nexin rojeva xwe û got, "Ez nabêjim ferman ji walî, qeymeqam, polîs re hatiye dayîn. Ferman ji parlamenta welêt re hatiye dayîn. Rewşa tirsnak jî ev e. Ji parlamentê re hatiye gotin; ev mijar wê nebe rojev. Kê gotiye? Qesrê gotiye. Ew bi xwe li vê mukur hat. Got, 'Hûn bixwazin jî nexwazin jî rejîm guheriye'. Parlament di rewşa heyî de, bûye reben."
'EV LÊLÊ YE, HÎN Ê LOLO YA VÊ HEYE'
Demîrtaş di dewama axaftina xwe ya li ser mijarê de got, "Ji AKP'ê re hatiye gotin; hûn di vê wextê de bi karê vala re mijûl bin. Ew jî niha vê dikin. AKP niha bi karên vala re mijûl dibe."
Demîrtaş da xuyakirin, ku parlament bi bicihanîna karê Qesrê re mijûl dibe û got, "Ji vê re jî dibêjin sîstema serokatiyê. Rejîma ku ew dibêjin 'hûn bixwazin jî nexwazin jî hatiye guhertin' ev e. Bêyî destûra bingehîn vê bi cih tînin. Eger rabin vê bi destûra bingehîn ewle bikin, hingî lê bifikirin bê wê çi bikin. Yên dizanin hene; çîrokek heye. dibêje: ev lêlê ye hînê loloya vê heye."
'SEDEMA RIJANDINA XWÎNÊ, FERZA SÎSTEMA SEROKATIYÊ YE'
Demîrtaş da zanîn, ku sedema bingehîn a vê xwîn û rondikên çavan ên tên rijandin, sedema şerê heyî, ferza sîstema serokatiyê ye û got, "Gel niha berdêla vê dide. Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê destpê kir û bênavber dewam dike. Her kesên vê qebûl nekin, weke dijmin tên dîtin. Çi li dijmin tê kirin, li wan tê kirin. Çi çapemenî, çi akademî, dema mekanîzmayek dikeve nava tevgerê, wê weke dijmin îlan dike, lînc dike, yan dikuje yan jî digire. Ji ber ku biryar dane. Di bin navê serokatiyê de wê dîktatoriyê bînin."
'EGER EM LI BER XWE BIDIN, EM Ê BI SER BIKEVIN'
Demîrtaş got, "Li aliyê din, li dijî monarşiya dîktatorî, li dijî rejîma yek şexsî, em hene" û destnîşan kir, ku ew alîgirê piralî, xurtkirina rêveberiyên xwecihî, xurtkirina demokrasiya xwecihî ne. Demîrtaş got, "Li şûna yek zimanî, em dibêjin pir zimanî. Em dizanin ku ya ku yekîtiya me pêk tîne ne nirxên faşîzan e, nirxên gerdûnî ne. Em li dijî vî tiştê li ser me tê ferzkirin li ber xwe didin. Divê civaka Tirkiyeyê van her du rastiyan bibîne. Ya em ê winda bike û Tirkiye teslîmî vê faşîzmê bibe û bê nefes bimîne. Yên ku îro bi heyran-qurban li ber digerin wê sibe bibin hedefa faşîzmê. Yan jî ew ê bi me re li ber xwe bidin. Ya wê li ber faşîzmê bigerin, yan jî wê bi me re li ber xwe bidin." Demîrtaş destnîşan kir, ku ew mafdar in û çi zû çi dereng, ew ê bi ser bikevin.
'EM GELÊ XWE YÊ BERXWEDÊR SILAV DIKIN'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de got, "Em ne alîgirê parçebûna welêt in, em dixwazin xwecihî çêtir bixebite. Silav û rêzên xwe ji tevahiya gelê me yê li Cizîr, Sûr, Silopiya û hemû gelê me yê berxwedêr dişînim."