Biryara yekem a DMME ya têkildarî terora dewleta Tirk

DMME’yê têkildarî terora dewleta Tirk biryara pêwîstî bi tedbîrên niha tinene da.

DMME’yê têkildarî terora dewleta Tirk biryara pêwîstî bi tedbîrên niha tinene da.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serdana Komaleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ê derbarê qedexeyên derketina kolanan û bi vê ve girêdayî mafên jiyanî, perwerdehî û tenduristiyê de piştî parastina Tirkiyeyê biryara xwe aşkera kir. DMME'yê piştî serdana parêzer Oya Aydın û Ozgur Erol de parastina Tirkiyeyê lêkolîn kir û biryareke hevsengî a naveberî da.

DMME'ê li gorî agahiyên ji hikûmetê girtin, ji bo biryara tedbîrê bê dayîn agahiyan têr nedît û li gorî maddeya 41'êmîn a rêzika navxweyî, ji bo ku serlêdan bê lêkolînkirin, serlêdan hewaleyî Daîreyê kir.

Her wiha DMME'ê rewşa herêmê jî di asteke xeternak de dît û di biryara xwe de destnîşan kir ku heke kesên bêparastin bixwazin ji bo pêwîstiyên wan bên bicihanîn, ji hikûmeta AKP'ê re daxwaza xwe dikarin bikin.

DMME'ê herî dawîn ji kesên serî lêdane re bi bîr xist ku heke geşedanên cuda pêk werin li gorî kanûna 39'emîn ew dikarin careke din serlêdan bikin û heke hikûmet hêviyan pêşwazî neke wê careke din biryara tedbîrê binirxîne.