Nivîskar, rojanemvanê sosyalîst Îbrahîm Çîçek ê di pêvajoya damezrandin û rêxistinbûyîna HDK'ê de cih girt, da xuyakirin ku eger HDK xwe nû bike û dorfireh bibe, wê di têkoşîna azadî û aştiyê ya li rojavayê Tirkiyeyê de gavên mezin bide avêtin.
Kongreya Demokratîk a Gelan, ku di 15'ê Cotmeha 2011'an de ava bû, wê di meha Çileyê de kongreya xwe ya 3. lidar bixe. Di kongreyê de wê rewşa siyasî û pirsgirêkên rêxistinî werin nîqaşkirin. Di dawiya kongreyê de wê Hevserok bên hilbijartin.
Nivîskar rojnamevanên sosyalîst Îbrahîm Çîçek, xebatên HDK'ê ji ANF'ê re nirxand.
HDK WEKE BERSIVEK JI PÊWÎSTIYA ENÎBÛYÎNÊ DERKET HOLÊ
Çîçek anî ziman ku HDK (di heman demê HDP) weke berhema heman pêwîstiyê derket ser qada têkoşîna polîtîk û got, "Pêwîstiya 'têkoşîna yekbûyî' weke mecbûriyetekê xwe ferz dikir. Lêgerîn û hewldanên ji bo bersivandina vê pêwîstiyê hin sînor derbas nedikir. Bi taybetî ji ber ku 'hunera enîbûyînê' ya kevneşopiya me ya siyasî ya kedkar û çep qels e, encam ji vê dernediket. Ji destpêka salên 90'î heta dawiya sala 2011'an dema damezrandina HDK'ê, hewldanên di vî warî de daneheviyeke girîng derxist holê. Her wiha têkoşîna dihat meşandin roj bi roj pêwîstiya enîbûyînê ferz dikir. Li ser bingeha ezmûn û daneheviyan HDP wek bersivek ji 'têkoşîna yekbûyî' û 'pêwîstiya enîbûyînê' ya bindestan afirî."
Çîçek da zanîn, ku di nava vê pêvajoyê de tevgera demokratîk a neteweyî ya Kurd ji aliyê moral/manewî ve her tim li pişt HDK'ê sekinî û got, "Lê belê HDK ji aliyê esasî ve weke rastiyeke siyasî ya li Tirkiyeyê li rojavayê welêt derket holê. Di afirandina ziman û rêbazeke nû ya siyasetê, di hevgirtina daneheviyên tevgera demokratîk a neteweyî û tevgera çep a kedkar, roleke gelekî hêja lîst."
KÊMASIYA AVAKIRINA MECLÎSAN
Çîçek têkildarî kêmasiyên HDK di vê demê de bal kişand ser neavakirina meclîsan û got, "Eger pêkhateyên HDK'ê sozên xwe bi cih bianîna, di serî de li Stenbolê wê li gelek navçeyan HDK'ê Meclîsên xwe ava bikira."
Îbrahîm Çîçek da zanîn, ku divê HDK, daxwazên bindestan bi xeta têkoşîna rewa re bi hevgirtina derdorek berfireh re bixe nava tevgerê û got, "Mînak: HDK li ser mijara xwerêveberî û xendekan ku îro rojeva sereke ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye, dikare bi sedan civînên girseyî lidar bixe û rastiyan ji karker û bindestên Tirk re vebêje, têkiliya her kesî bi berxwedêrên li pişt xendekan deyne."
Çîçek axaftina xwe wiha dewam kir: "HDK dema xwe nû dike, divê afirandina siyasetê li ser bingeha daxwaz û pirsgirêkên derdorên civakî yên temsîla wan dike, bixe rojeva xwe. Bi tevlîkirina sendîka û tevgerên çek ên kedkar re, li ser bingeha zindîkirina meclîsan, eger HDK xwe nû bike, wê li Rojavayê Tirkiyeyê di têkoşîna azadî û aştiyê ya kedkaran de gavên mezin biavêje."
Çîçek di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê bindestên Tirk û hêzên di bin bandora tevgera demokratîk a neteweyî de ne, piştgiriyê bidin berxwedêrên li pişt xendekan û ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, seferber bibin.