Demîrtaş: Em gelekî meraq dikin gelo Erdogan kîjan zanîngeh bi çi rengî qedand

Demîrtaş bal kişand ser daxuyaniya Serokkomar Erdogan a ku akademîsyen hedef digirt û got, "Haya Tirkiyeyê ji xwendina wî nîne. Em gelekî meraqan dikin gelo serokkomarê welatê me zanîngeh bi çi rengî qedand."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya xwe, li ber avahiya navenda giştî daxuyaniyek da. Demîrtaş daxuyaniya Erdogan a ku 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' hedef girt, nirxand.

Demîrtaş diyar kir ku ti aliyekî civakê nemaye ku Erdogan heta roja îro heqaret lê nekiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku ew yek ji akademîsyenên bijarte yê welatê me ye, gelek doktora xwe ya fexrî heye. Radibe ti akademîsyenan naecibîne. Ew gotina muswede ya ji bo akademîsyenan bi kar anî, ancax li wî tê. Haya Tirkiyeyê ji xwendina wî nîne. Em gelekî meraqan dikin gelo serokkomarê welatê me zanîngeh bi çi rengî qedand. Me qet hevalên wî yên zanîngehê nedît, me qet wêneyên wî yên zanîngehê nedît. Kîjan zanîngeh qedandiye, em bi wê jî nizanin. Daxwaza aştiyê, 'bila xwîn nejire' hînê beriya salekê dirûşma bingehîn a pêvajoya çareseriyê bû. Niha ev nayê hesabê we û hûn radibin aştîxwazan weke dijmin îlan dikin. Ev nêzîkatî, nêzîkatiyeke gelekî erzan e. Divê zanîngeh jî karibin xwedî li akademîsyenan derkevin. Ez di wê baweriyê de me ku akademîsyenên ew deklarasyon weşandine, wijdanê vî welatî ne."