Girtiyên ku ji Îmraliyê hatin sirgûnkirin: Em hatin revandin!
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi girtiyên ji girtîgeha Îmraliyê şandin Sîlîvriyê re hevdîtin pêk anîn.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi girtiyên ji girtîgeha Îmraliyê şandin Sîlîvriyê re hevdîtin pêk anîn.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi girtiyên ji girtîgeha Îmraliyê şandin Sîlîvriyê re hevdîtin pêk anîn. Piştî ku ji 5 girtiyên li Girava Îmraliyê Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş hefta borî şandin Girtîgeha Sîlîvriyê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin îro çûn Girtîgeha Sîlîvriyê û bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran, piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û dan zanîn ku li gel hemû îtîrazan jî tenê 15 kêliyan bi muwekîlan re hevdîtin kirine.
DI HATINA GIRTÎGEHA SÎLÎVRIYÊ DE RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIN
Parêzer diyar kir ku bi her du muwekîlan re tenê 15 dq. û ew jî di bin çavdêriya karmendek de hevdîtin kirine. Parêzer, derbarê sewqa her du girtiyan de ev agahî dan: "Muwekîlen me wekî ku bêne revandin, hatine derxistin. Di 26'ê Kanûnê de êvarê saet di 18.30'an de ji wan re gotine 'hun diçin' û bi lez û bez ji girtîgeha Îmraliyê hatine derxistin û destûr nehatiye dayîn ku tu alavên mecbûrî jî bi xwe re bibin."
3 MEHAN QEDEXEYA HEVDÎTIN Û TELEFONÊ
Parêzer dan zanîn ku her du girtî jî li Girtîgeha Sîlîvriyê di rastî pêkanînên di asta lêgerîna tazî û îşkenceyê hatine û niha jî di bin tecrîda girankirî de ne. Parêzer her wiha gotin ku her du girtî jî bi hinceta "dikarin talîmat û agahiyên rêxistinî bidin" hevdîtina bi malbatê re û mafê telefonê sê mehan ji destê wan hatiye girtin.
Parêzer di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin ku Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş di nav şertên tecrîda li Îmraliyê de têne girtin.