Elewiyan, komkujî li ber Konsolosxaneya Tirk şermezar kirin

Li ser banga Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê (AABF), êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li Stûttartê hat şermezarkirin. Bi vê armancê nûnerên saziyan çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Tirk.

Nûnerên saziyên demokratîk û Elewiyan ên li Stûttgartê, îro saet di 11:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û bi zimanên Elmanî û Tirkî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd, komkujî, girtina siyasetmedar, hevşaredar, rojnamevan û binpêkirina mafên şexsî û azadiyan, dewam dikin."

'ERDOGAN Û AKP BI AGIR DILÎZIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan, AKP û dewlet bi agir dilîzin û hat gotin, "Eger ev agir neyê vemirandin, ne tenê Tirkiyeyê wê Ewropayê jî bişewitîne." Saziyan diyar kirin ku bêyî dereng bikeve divê pêvajoya aştiyê bê destpêkirin û demokrasî heta dawiyê bê bikaranîn.

Piştî daxuyaniyê nûneran çelenga reş danîn ber Konsolosxaneyê.

...