2 kes hatin girtin, 2 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
Ji 3 ciwanên li Bûrsayê hatin binçavkirin 2 hatin girtin, li Stenbol, Amed û Şemzînana Colemêrgê jî di nav de yek astengdar, 2 zarok bi giştî 10 welatî hatin binçavkirin.

Li Bûrsayê roja Şemiyê Eser Koçbaş li otogarê hatibû binçavkirin, Azad Îmal û Sergen Bîngol jî li malê hatibûn binçavkirin, piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî 3. Dadgeha Sûlh Ceza ya Bûrsayê hatin kirin. Îmal û Koçbaş bi îdîaya, “endamê rêxistinê ne” hatin girtin. Bîngol jî serbest hat berdan.
Her du ciwanên hatin girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa H a Bûrsayê.
4 ESP’YÎ HATIN BINÇAVKIRIN
Partiyiyên li Qada Kalkedon a Kadikoy di çarçoveya kampanyaya, “Li dijî şerê Qesrê berxwedana gelan” a ku ji aliyê Pariya Sosyalîstên Bindest (ESP) hatibû destpêkirin, belavok belav dikirin rastî destwerdena polîsan hatin. Di êrîşa polîsan de Çagdaş Kuçukbattal, Emrah îlîngî, Okan Ûtlû û Ahmet Ayva bi derbkirinê ve hatin binçavkirin.
2 ZAROK HATIN BINÇAVKIRIN
Li Taxa Haciahmet a girêdayî navçeya Beyoglû ya Stenbolê jî zarokên bi navê K.A. (10) û E.S. (13) ji mejî ve astengdar e, bi îdîaya, “kevir avêtine polîsan” hatin binçavkirin. Zarokên bi derbkirinê ve li wesayîta Akrep a bi hejmara “S48” hatin siwarkirin, birin Şaxa Zarokan a Beyoglû.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî 3 kesên navên wan nehatin zelalkirin hatin binçavkirin. 3 kesên ku ji aliyê tîmên taybet hatin sekinandin birin Midûriyeta Navçeyê.
Xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî ya Amedê û endamê Sendîkaya Tenduristî û Kedkarên Xizmeta Civakî (SES) Îbrahîm Açikgoz, di serdegirtina polîsan a nexweşxaneyê de hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zelalkirin, Açikgoz birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.