Encamên civîna Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya li Ewropayê (ABDEM) û Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a 7'ê Çileyê hatin aşkerekirin. Di civînê de biryar hat dayîn, ku ji bo teşhîrkirina komkujiyên li Kurdistanê û xwedîderketain li xwerêveberiyan, çalakiyên berfireh werin lidarxistin.
Di daxuyaniya li ser civînê de bal hat kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê û 'hevkariya durû' ya welatên Ewropa bi taybetî jî Elmanya bi AKP û Tayyîp Erdogan re bi tundî hat şermezarkirin.
Di daxuyaniya bi serenavê "Em piştgiriya ji bo gelê Kurdistanê yê li hemberî êrîşan li ber xwe dide xurttir bikin" de hat ragihandin, ku yên daxwaza aştiyê bilêv dikin, rastî zext û girtinê tên û tên qetilkirin.
'DESTEKKIRINA AKP Û ERDOGAN DURÛTÎ YE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de, desteka Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Elman ji bo hikûmeta AKP û Recep Tayyîp Erdogan ên destekê didin rêxistinên faşîst-paşverû yên weke DAIŞ'ê, durûtî ye.
Hat diyarkirin ku di bin navê 'çareseriya' pirsgirêka penaberan de desteka vekirî ya NATO, Yekîtiya Ewropa û Elmanya ji bo Tirkiyeyê tê wê wateyê, ku ev hêzên navneteweyî bûne şirîkê polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo tinekirina gelê Kurd û hat destnîşankirin, ku bi hikûmeteke destekê dide komên terorê yên weke DAIŞ'ê û şer sor dike, nepêkane ku pirsgirêka penaberiyê were çareserkirin.
'BILA POLÎTÎKAYA ŞER BÊ QEDANDIN, XWERÊVEBERÎ WERE NASKIRIN'
ABDEM û Platforma Hêzê ya Demokratîk da xuyakirin, ku ew alîgirê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Kurd û Tirk in û bang li tevahiya raya giştî ya ji aliyê mafên mirovan, demokrasî û aştiyê ve hestyar e kirin, ku li dora van her sê daxwazên bingehîn bicive:
"1. Pêwîste welatên Yekîtiya Ewropa, bi lezgînî firotina çekan ji Tirkiyeyê er bisekinînin! Hemû hêzên xwe yên leşkerî yên li herêmê û Tirkiyeyê bi cih bûne, vekişîne.
2. Yekîtiya Ewropa, desteka xwe ya ji bo hikûmeta AKP'ê ku li Tirkiye û herêmê polîtîkayên şer berfireh dike, tavilê biqedîne.
3. Şerê li hemberî gelê Kurd bi lezgînî were qedandin, tecrîda i ser Abdullah Ocalan bê rakirin û ji nû ve hevdîtinên aştiyê bê destpêkirin. Xwerêveberî bê qebûlkirin."
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Di çarçoveya biryarên di civînê de hatine wergirtin, bernameya çalakiyan bi vî rengî ye:
-13'ê Çileyê wê saet di 11:00 de çelenga reş deynin pêşiya hemû Konsoloxaneyên TC ên li Ewropayê û daxuyanî bê dayîn.
-Ji bo çalakiya rûniştinê ya 13-14-15'ê Çileyê ya li Brukselê, ku ji aliyê KCD-E ve tê lidarxistin, wê nûner were şandin.
-Ji 14'ê Çileyê û pê ve wê li hemû bajaran standên agahdarkirinê werin vekirin, nobedên hişyariyê bên girtin, îmze werin komkirin û dosya radestî saziyan bên kirin.
-Di çalakiya greva birçîbûnê ya Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) a 16'ê Çileyê li navenda AABF destpê bike, wê pêkhateyên ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk di roja destpêkê de amade bin.
-Di 18-22'ê Çileyê de wê li ber Parlamentên Eyaletan ên li Stûttgart, Dusseldorf, Hambûrg, Munchen û Hannoverê kon were vedan. Di 25-29'ê Çileyê de beşdarî li çalakiya rûniştinê ya li Berlînê were kirin.
-Di 19'ê Çileyê de wê dosya AABK radestî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê kirin, piştre ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi hev re meş û mîtîngê pêk bînin.
-Di 25-26-27'ê Çileyê de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê çalakiya rûniştinê were lidarxistin.
-Di 25-26-27'ê Çileyê de wê li ber avahiya Konseya Ewropa ya li Strasboûrgê çalakiya rûniştê pêk were û dosya radestî partiyên xwedî koman bên kirin.
-Bi komîteyên hevpar ên li welatên din re wê hin rêze çalakî werin lidarxistin.
-Di 9-11'ê Sibatê de wê li bajarên Munchen, Stûttgart, Saarbrucken, Maînz, Wîesbaden, Dusseldorf, Hannover, Hambûrg, Kîel, Berlîn, Erfûrt û Dresdenê beşdarî li meşên 'Ji Birêz Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" bê kirin.