Operasyonên qirkirina siyasî didomin: 19 kes hatin binçavkirin
Li Agirî, Îdir, Mersîn, Edene û Aydinê di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin.
Li Agirî, Îdir, Mersîn, Edene û Aydinê di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin.
Li Agirî, Mersîn, Edene û Aydinê di serdegirtinên malan de 18 kes hatin binçavkirin.
LI BAZÎDÊ SERDEGIRTINA MALAN
Li navçeya Agirî Bazîdê polîsan danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên Ehmedê Xanî, Îshakpaşa û Koçkiran û 6 kes kirin binçavan. Di serdegirtinan de Orhan Îssî, Fezîle Ozhan, Îsmet Tartiş, Nûrî Yildiz û 2 kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin.
ENDAMÊ MECLÎSA ŞAREDARIYÊ HAT BINÇAVKIRIN
Li navçeya Îdir Tozanê, endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP'yî Mehmet Calayir di serdegirtina polîsan de li mala xwe hat binçavkirin.
LI MERSÎNÊ 2 XWENDEKAR HATIN BINÇAVKIRIN
Li Mersînê, polîsan danê sibehê avetin ser malên xwendekarên Zanîngeha Mersînê û gelek xwendekar kirin binçavan. Hat ragihandin ku navên 2 ji xwendekarên hatine binçavkirin Eren Can Aybek û Yilmaz Sûngûr in.
LI EDENEYÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Edene Seyhanê, di êrîşa polîsan a li hemberî xwepêşandana li Kolana Çarşamba Pazari ya li Taxa Barbarosê de 3 kes hatin binçavkirin. Xwepêşandan ji bo şermezarkirina operasyonên tinekirinê yên li Kurdistanê duh hatibû lidarxistin.
7 KES LI DÎDÎMÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Aydin Dîdîmê polîsan avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de 7 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin, ji ber ku tevî mîtînga aştiyê ya 20'ê Kanûnê bûne hatine binçavkirin. Li navçeyê operasyon dewam dikin.