Bloka Aştiyê ya Stenbolê destek da akademîsyenên bûn hedefa Erdogan

Bloka Aştiyê ya Stenbolê da xuyakirin ku ew destekê didin akademîsyenên bûne hedefa Erdogan.

Bloka Aştiyê ya Stenbolê destek da akademîsyenên ku li dijî qirkirina li Bakurê Kurdistanê belavoka bi nivîsa "Em ê nebin şirîkê vî gunehî" weşandin û bûn hedefa Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan.

Di daxuyaniya Bloka Aştiyê ya li ser mijarê de hat gotin, "Li ser navê aştî, azadî û wekheviyê, weke ku wan got, em jî dibêjin ku em ê nebin şirîkê vî gunehî."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokkomar û YOK'ê, ne tenê akademîsyen, saziya zanîngehê ya ku kadroyên rewşenbîr ên civakê diafirînin hedef girtine û hat gotin, "Beriya niha jî desthilatdariya siyasî ya heyî, ji rewşenbîrên îtiraz dikirin û polîtîkayên hikûmetê rexne dikirin re gotibû 'qaşo rewşenbîr'. Lê belê rewşenbîr, di hemû serdemên krîtîk de bûne wijdanê civakê. Akademîsyenên ji bo Aştiyê, daxwaza aştiyê bilêv kirin û helwesteke bi rûmet nîşan dan. Ev akademîsyen bi tenê nînin."