Erdogan, rewşenbîrên daxwaza aştiyê kirin, bi xiyanetê sûcdar kir
Rewşenbîr û akademîsyenên ji bo bidawîbûna şer bang kirin, bûn hedefa Erdogan.
Rewşenbîr û akademîsyenên ji bo bidawîbûna şer bang kirin, bûn hedefa Erdogan.
Serokkomarê Tirk Erdogan, rewşenbîrên ku banga aştiyê kirin, hedef nîşan da.
Erdogan diyar kir, ku teqîna li Sûltanahmet a bû sedema mirina 10 kesan, ji aliyê bombeyekî zindî yê ji Sûriyeyê ve hatiye kirin.
Erdogan ku careke din desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê jinedîtî ve hat, îdîa kir ku ew welatê herî zêde li dijî DAIŞ'ê şer dikin e.
REWŞENBÎRÊN DAXWAZA AŞTIYÊ KIRIN, BI XIYANETÊ SÛCDAR KIR
Serokkomarê Tirk, rewşenbîr û akademîsyenên banga bidawîkirina şer kirin, hedef nîşan da.
Erdogan banga "aştiyê" ya rewşenbîran weke "xiyanetê" pênase kir û got, "Em bi xiyaneta qaşo rewşenbîran re rû bi rû ne. Pirsgirêka Tirkiyeyê bi welatiyên Kurd re nîne. Li Tirkiyeyê pirsgirêke Kurd jî nîne. Lê belê ev rewşenbîr dibêjin ku dewlet komkujiyê dike. Ey rewşenbîrno, hûn tarî ne. Hûn, bi qasî ku navnîşana rojhilat nizanin, nezan û tarî ne."