Chomsky: Erdogan, kesên ku sûcên li dijî Kurdan tên kirin lenet dikin, sûcdar dike
Chomsky diyar kir ku Tirkiye ji aliyekî ve DAIŞ'ê sûcdar dike, lê li aliyê din destekê dide El Nûsra ku ev rêxistin ji DAIŞ'ê ne cuda ye.
Chomsky diyar kir ku Tirkiye ji aliyekî ve DAIŞ'ê sûcdar dike, lê li aliyê din destekê dide El Nûsra ku ev rêxistin ji DAIŞ'ê ne cuda ye.
Chomsky ê ji aliyê Erdogan ve hedef hat girtin, bersiv da Serokkomarê Tirk. Chomsky diyar kir ku Erdogan ji gelek aliyan ve destek daye-dide DAIŞ'ê.
Noam Chomsky ji T24 re axivî û bersiv da Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku ew hedef girt. Chomsky diyar kir ku Tirkiye ji aliyekî ve DAIŞ'ê sûcdar dike, lê li aliyê din destekê dide El Nûsra ku ev rêxistin ji DAIŞ'ê ne cuda ye.
Chomsky got, "Erdogan ji gelek aliyan ve destekê dide DAIŞ'ê" û destnîşan kir, ku li Iraq û Sûriyeyê hêza bingehîn a li dijî DAIŞ'ê şer dike Kurd e. Chomsky ragihand ku Erdogan, kesên ku sûcên li hemberî Kurdan tên kirin lenet dikin, sûcdar dike. Chomsky got, "Gelo di vê rewşê de, pêwîstî bi şîroveyeke din heye?"