Li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Sîlîvrî ya ku Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên ji 5 girtiyên wek sekreteryaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birin Girtîgeha Îmraliyê, bêyî agahiya malbat û parêzeran anîn, mafên wan ên hevdîtin û girtina agahiyan 3 mehan ji destên wan hat girtin.
Hevdîtina malbat û parêzeran a bi Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên ji Gîrtîgeha Sergirtî ya Îmraliyê anîn Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Sîlîvrî, bi dawî bû. Parêzerandan xuyakirin ku hevdîtin kirine, her wiha hat ragihandin ku malbatên her du girtiyan hevdîtin pêk nanîne.
Birayê Nasrûllah Kûran Parêzer Bedrî Kûran têkîldarî mijarê agahî dan ANF’ê, diyar kir ku di encama doza li Girtîgeha Sergirtî ya Îmraliyê mafên hevdîtin û agahîstandinê ji aliyê dadgehê ji Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş hatiye girtin, wiha dewam kir: “Ji ber doza der heqê birayê min Nasrûllah û Çetîn Arkaş ê pê re ji bo 3 mehan mafên wan ên agahîstandin û hevdîtinê hatiye girtin. Bi vê hincetê ve nehiştin em hevdîtinê pêk bînin. Em nizanin ku bê çima dozek wiha hatiye vekirin. Birayê min û hevalê wî yê ji bo wezîfeya sekreteryayê naqlî Îmraliyê hatin kirin bi kîjan hincetan anîne Sîlîvriyê, wê Buroya Hiqûqê ya Asrin agahiyan bi raya giştî re parve bike. Tevî em li rêveberiya girtîgehê geriyan jî têkîldarî hevdîtinê ti agahî nedan me. Lê dema em hatin girtîgehê gotin, ‘bi biryara dadgehê ve hûn nikarin hevdîtinê pêk bînin.’ Em jî rewşê wek raya giştî bi fikar hewl didin fêr bibin.”