Vaye navên çawişên pispor ên li Şirnexê îstifa kirin

Navên 11 çawişên pispor ên nexwestin bibin parçeyek ji şerê qirêj ê AKP'ê û îstifa kirin, aşkere bûn.

23 leşkerên ku bi qetilkirina sivîlên li Kurdistanê re qanih nebûn, îstifa kirin. Navên 11 çawişên pispor ên ji van leşkeran aşkere bûn.

Dewleta Tirk a ku bi tank û topên xwe nikare bi ser bikeve, di operasyonên xwe yên xapandinê de jî winda dike. Li Şirnex û navçeyên wê, berxwedana gel a li dijî êrîşên qirkirinê didome. Di belgeyeke veşartî ya Fermandariya Hêzên Bejahî ya bi serenavê 'Bi taybetî ji bo xizmetê ye' de, ku deşîfre bû, ji hemû fermandaran hatibû xwestin ku personelên xwe ji bo qetilkirina sivîlan îqna bikin û fermanê bidin wan ku ji bo kuştina sivîlan, ji mehkemeyê netirsin.

YÊN NEHATIN ÎQNAKIRIN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihê baweriyê hatin wergirtin, gelek personelên leşkerî naxwazin tevlî êrîşên qirkirinê bibin. Li Şirnexê bi dehan cerdevanên nexwestin tevlî êrîşan bibin îstifa kirin. 23 çawişên pispor û payebilindê leşkerî yên ser bi Fermandariya Alaya Jendermeyan a Çakirsogut a Şirnexê jî, ji ber ku nexwestin tevlî van êrîşan bibin, îstifa kirin.

11 ÇAWIŞÊN PISPOR, ŞIRNEX TERIKANDIN

Hat ragihandin ku leşkeran hem ji ber zor û zehmetiyên şerê li nava bajêr hem jî nexwestine sivîlan hedef bigirin, îstifa kirine. Li gorî agahiyan çawişên pispor ên bi navê Yakûp Gîrgîn, Necmî Şekercî, Cesîm Erhan, Yakûp Bîlîcî, Onûr Kuçukîl, Mehmet Akiş, Emre Gonenç, Ogûz Boz, Hamdî Algul, Alî Degîrmî, Serkan Sûsan û Ertûgrûl Kiliç îstifa kirine.