BI DÎMEN

Yilmaz: Divê em xwerêveberiyan li rojavayê welêt jî ava bikin

Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz destnîşan kir, ku polîtîkaya êrîşê ya dewleta Tirk a li hemberî xwerêveberiyan dimeşîne, nayê qebûlkirin.

Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz destnîşan kir, ku polîtîkaya êrîşê ya dewleta Tirk a li hemberî xwerêveberiyan dimeşîne, nayê qebûlkirin. Yilmaz da xuyakirin, ku divê bêdengiya li metropolên Tirkiyeyê tavilê were şikandin û her kes têkiliyê bi xwerêveberiyan re deyne.

Hevserokê Partiya Rizgariyê ya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Tûncay Yilmaz di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re ragihand, ku sedema bingehîn a êrîşên li hemberî gelê Kurd, tirsa Erdogan a ji windakirina desthilatdariya xwe ye.

'GELÊ KURD ÊDÎ BÊ ALTERNATÎF NÎNE'

Yilmaz diyar kir ku yên li Bakurê Kurdistanê zilmê dikin, divê bibînin ku êdî gelê Kurd bê alternatîf nîne û got, "Tevî ewçend komkujî, zext û mejiyê mêtîngeriyê jî, pêşengên gelê Kurd hînê jî zimanekî li ser jiyana bi hev re ya gelên Kurd, Tirk û gelên herêmê bi kar tînin. Girîng e civaka Tirkiyeyê vê baş bibîne." Yilmaz anî ziman ku eger li pêşberî vê rewşa diqewime empatî neyê kirin û têkoşînek bi hev re neyê meşandin, dibe ku daxwaza jiyana bi hev re bikeve rewşeke welê ku vegera li rewşa berê nepêkan be.

'EGER ŞERTÊN BIRATIYÊ BI CIH NEYÊN ANÎN, TI WATEYA BIRATIYÊ NÎNE'

Yilmaz ragihand ku rewş gihaştiye ber nuqteya ji hev cihêbûnê û got, "Gelên Tirkiyeyê mecbûr e empatiyê bike. Neçar e ji xwe vê pirsê bike; eger mala min, dê û bavê min, zarokên min, cihê ez lê dijîm ewqasî bihata tarûmakirin, min ê çi hîs bikira? Dema xêzik li wesayîta we dikeve yan jî mirîşka we tê kuştin, hûn mirovan dikujin. Lê li vir mafê jiyanê yê mirovan ji destê wan tê stendin. Li hemberî van hemû bûyeran eger tu bêdeng be û piştre bêje em weke bira bimînin, wê çaxê ti wateya biratiyê namîne."

'DIVÊ EM XWERÊVEBERIYAN BIGIHÎNIN ROJAVAYÊ WELÊT'

Yilmaz got, "Bêdengiya li pêşberî êrîşên dewletê yên li dijî xwerêveberiyan, rastiya gelê nerêxistinbûyî careke din nîşanî me da ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: Em neçar in li rojavayê welêt rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Eger me heta roja îro xwerêveberî ji aliyê rojava re vegota, me ji karkerê li febrîqeyê re vegota ku xwerêveberî pêşeroja wî ye, ez bawerim wê reaksiyona niha tê nîşandan gelekî cuda bûya. Pêwîste em êdî dev ji polîtîkaya xwe xapandinê ya pişta xwe dispêre polîtîkayên AKP'ê berdin."

Yilmaz anî ziman ku divê were dîtin, pêşketinên li Kurdistanê firsendên mezin didin wan û got, "Divê em xwe ji rewşa heyî ya derûnî rizgar bikin, bi ezmûn û tecrûbeya gelê Kurd re em têbikoşin. Hêza ku dikare vê bike jî HDP û HDK ye."

'PARASTINA AZADIYA OCALAN, BERPIRSYARIYA HEMÛ GELAN E'

Yilmaz bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku Ocalan ji aliyê dewleteke faşîzan ve di nava tecrîdeke ku cihê xwe di nav ti hiqûqê de nîne tê ragirtin.

Yilmaz got, "Çawa ku parastina xwerêveberiyan ne tenê wezîfe û berpirsyariya gelên Kurdistanê ye, parastina azadiya Ocalan jî berpirsyariya hemû gelan e."