Li Dêrik, Mersîn û Enqerê 18 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê 3 jinên di saetên şevê de li parkê digeriyan hatin binçavkirin. Li Mersîn û Enqereyê jî xwendekarên zanîngehê û endamên ESP’ê di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê 3 jinên di saetên şevê de li parkê digeriyan hatin binçavkirin. Li Mersîn û Enqereyê jî xwendekarên zanîngehê û endamên ESP’ê di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê 3 jinên di saetên şevê de li parkê digeriyan hatin binçavkirin. Li Mersîn û Enqereyê jî xwendekarên zanîngehê û endamên ESP’ê di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
DÊRİK
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê tîmên taybet ên Tirk ê ku Parka Hunerê ya Ahmet Kaya bi wesayîtên zirxî dorpêçkirin û jinên bi navê Melîhe Kiran, Tûgba Dûndar û Şukran Aksoy binçav kirin. Sedema binçavkirina her 3 jinan nehat zanîn û hate diyarkirin ku jinên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Dêrikê.
MERSÎN
Li Mersînê di operasyona danê sibehê ya serdegirtina malên xwedekarên Zanîngeha Mersînê de 6 xwendekar hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku sedema binçavkirina xwendekaran ew e ku di bûyerên di bîranîna Nîhal Atasiz a di 12’ê Kanûnê ya ku ji aliyê komek nijatperest ve li dibistanê hatibû lidarxistin de hatin binçavkirin. Navê xwedekarên bi îdîaya “Mûxalefetiya qanûna jimara 2911”, “Kevir avêtin” û “Endamên rêxistinê ne” hatin binçavkirin wiha ne: Mete Dogrûlûk, Yilmaz Songûr, Eren Can Aybek, Mûstefa Taze, Alî Haydar Bûlûş û Abdûlmelîk Dîkenyol. Xwedekarên binçavkirî li emniyetê tên ragirtin, hat diyarkirin ku jimara kesên bên binçavkirin wê zêde bibin.
Li aliyê din li ser rêya Sîlîfke ya Mersînê 3 endamên Partiya Şoreşger afîşa ku banga beşdariya doza endamê Partiya Şoreşger Dersîm Dinçer a 19’ê Çileyê bibin kir, hatin binçavkirin. Huseyîn Emre Genîş, Devrîş Ozan Guzel û Mahsûm Dag Yûnûs ên hatin binçavkirin, birin Qereqola Polîsan a Magazlar.
Dîsa li Mersînê 2 endamên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Komela Ciwanên Sosyalîst (SGD) ji bo oparasyonên tinekirinê yên li Kurdistanê protesto bikin li derdora Banka Zîraat a Qereqola Pozcû ya Mersînê rêya D-400 li çûyin û hatinê girtin. Her 2 kesan bi dirûşmên “Gelê Kurd wê Li Ber Xwe Didin Ne Bi Tenê ye”, “Bi Berxwedanê Em ê Bi Serbikevin” û “Dewleta Qatil Wê Hesab Bide” qîr kirin û pankarta “Li Hember Qetlîama Qesrê Berxwedana Gel” vekirin. Endama ESP’ê Esra Gûzel Ersoy diyar kir, weke sosyalîst û şoreşger li hember qetlîamên li Kurdistanê pêk tên bê deng nabin, wê li gel berxwedana xwerêveberiyê bin.
Ersoy wiha got: “Em li Pirsûsê hatin qetilkirin, li Enqereyê hatin qetilkirin, îro li Farqînê, li Sûr, li Cizîr û li Silopiyayê tên qetilkirin. Em li hember van qetlîaman bêdeng nabin, îro me çalakiya rê girtinê lidar xist.” Polîsên hatin cihê bûyerê êrîşî her 2 çalakvanan kir, pankarta çalakvanan qetandin. Ciwanên li hember polîsan li ber xwe dan û xwestin çalakiya xwe bdewam bikin, bi destwerdana gelek polîsan hatin derbkirin û binçavkirin.
Endama ESP’ê Esra Guzel Ersoy û endama SDG’ê Ekîn Baran Taştan ên hatin binçavkirin, birin Qereqola Pozcû.
ENQERE
4 endamên Ciwanên Demokratîk a Nû ji bo balê bikişinin ser qetlîamên li Kurdistanê pankarta “Li hember qetlîamên li Sûr, Cizîr û Silopiyayê berxwedanê bilind bikin” bi Navenda Sûka Kirîn û Firotinê ya Kizilay a Enqereyê ve daleqand. YDG’yî yan dirûşmên “Kurdistan Goristan Ji Bi Faşîstan”, “ Dewleta Qatil Wê Hesab Bide” û “Bijî Berxwedana Cizîrê” qîr kirin. Ciwanên YDG ên demekê çalakiya xwe berdewam kirin, ji aliyê polîsan hatin derbkirin û binçavkirin.
Di vê navberê de jina bi temen a ku bertek nîşanî binçavkirinê da, ji aliyê polîsan ve bi awayek nebaş ji cihê bûyerê hat dûrxistin. Rojnamevana me Seda Taşkin a nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hat derbkirin, her wiha hewl dan binçav bikin.