Ji Elewiyên li Hannoverê banga 'eniya hevpar a li dijî faşîzmê'
Elewiyên li Hannoverê dijîn, komkujiyên li Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiyê de hat xwestin, ku li dijî faşîzmê eniyeke hevpar bê avakirin.
Elewiyên li Hannoverê dijîn, komkujiyên li Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiyê de hat xwestin, ku li dijî faşîzmê eniyeke hevpar bê avakirin.
Li ser banga Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Elmanyayê (AABF), li dijî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê, girseya gel çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Tirk a li Hannoverê.
Nûnerên saziyên demokratîk û Elewiyan ên li Hannoverê, îro saet di 11:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û bi zimanên Elmanî û Tirkî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komkujiyên di demên dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê rû didin, qetilkirina 12 ciwanên Kurd li Wanê, polîtîkayeke bi zanebûn a dewletê ye. Berxwedana gelê Kurd wê neşikê."
Di daxuyaniyê de li dijî êrîşan bang li gelê Kurd bi taybetî jî Elewiyan hat kirin. Êrîşa DAIŞ'ê ya li Stenbolê jî hat şermezarkirin û li hemberî faşîzma AKP û DAIŞ'ê banga avakirina eniya hevpar hat kirin.
AKP LI KARLSRÛHE HAT PROTESTOKIRIN
Li aliyê din, li ber Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Elmanya Karlsrûheyê, komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, hatin protestokirin. Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Çanda Elewiyan a Wîeslochê ve hat organîzekirin de, li ser navê Dîe Lînke Sabîne Skûbsch axivî. Skûbsch diyar kir ku ew destekê didin têkoşîna gelê Kurd.