Prof. Çaglar: Civaka ji îşkenceya li cenaze re li çepikan dixe, di vê hovîtiyê de para xwe heye

Prof. Gazî Çaglar Prof. Gazî Çaglar diyar kir, ku yên di komkujiya li Kurdistanê de îşkenceyê li cenazeyan dikin ne tenê leşker û polîs in û destnîşan kir, ku yên fermanê didin û ji îşkenceyê re li çepikan dixin, xwedî pareke mezin in.

Prof. Gazî Çaglar Prof. Gazî Çaglar diyar kir, ku yên di komkujiya li Kurdistanê de îşkenceyê li cenazeyan dikin ne tenê leşker û polîs in û destnîşan kir, ku yên fermanê didin û ji îşkenceyê re li çepikan dixin, xwedî pareke mezin in.

Prof. Gazî Çaglar ê li ser dîrok û zanistên olî lêkolînan dike, di operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê de îşkenceya li cenazeyan û rastiya AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.

Prof. Çaglar da xuyakirin, ku eger dewlet û hikûmet, partiyên siyasî, medya û welatiyên ji rêzê vî şerî rewa û pîroz dikin, eger dibêjin; polîs û leşker 'ji bo ewlekariya me ya neteweyî paqijiyê dikin', wê demê divê yên ku îşkenceyê li cenazeyan dikin ne tenê leşker û polîs werin dîtin û ev nirxandin kir:

"Ew, ji bo yên fermana 'paqij bike' dane û yên ji wan re li çepikan dixin îşkenceyê dikin. Bêguman ev yek sûcê şexsî ji holê ranake. Lê belê bibîr dixîne ku yên ferman dane û destekê didin, sûcê li dijî mirovahiyê dikin. Welat hemû, ku li ser navê wê ev şer tê meşandin, wî şerî dike. Bi kurtasî, îşkence û bêhurmetiya li cenazeyan, mixabin ji serdema antîk û vir ve di hemû şeran de hatiye dîtin û xizmet ji 'biçûkxistina dijmin' re kiriye."

Prof. Çaglar diyar kir ku yek bi yek be, polîs û leşker bi awayekî şexsî serî li ewçend sûcên berfireh nadin û got, "Çawa ku fermanên Ebû Garîb ji Pentagonê hat, li Tirkiyeyê jî yên ferman dane û yên didin kirin hene. Em hemû bi vê dizanin. Şer gemarî ye. Hemû nirx û pîvanên medenî ji holê radike. Kişandina wêne û fîlmê vê barbariyê jî tiştekî nû nîne. Em kampê komkujiyê bînin pêş çavên xwe, li wir jî wêneyê cenazeyên avêtibûn ser hev kişandibûn. Bi pêşketina teknolojiyê re, ast û çarçoveya hovîtiyê jî kûrtir bûye."

Prof. Gazî Çaglar da zanîn, ku di çavê gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê de ti cudahî di navbera DAIŞ'ê û tîmên taybet ên qesrê yên ku li ser dîwarên malên Kurdan nivîsan dinivîsînin nîne û diyar kir, ku cudahî di navbera îşkenceya DAIŞ'ê ya li cenazeyan û ya van tîman li cenazeyan, nîne.

Prof. Çaglar ragihand, ku AKP'ê rêveberekî faşîzma mezhebî ye, ku mêtîngeriya har a komên sermayeyê bi Îslama siyasî dinixumîne, li her qadê di nava çirava nelirêtiyê de çikiya ye, dewlet û partî kiriye yek, maf, azadî û hemû mûxalefetê tine dihesibîne.

Çaglar anî ziman, ku armanca vê partiyê afirandina modeleke Îslamî-faşîst a dikare şerîatê jî lê bimeşîne û gav bi gav ber bi vê armanca xwe ve diçe.

Çaglar got, "Bi mînak nîşandana Elmanya Hîtler re nîşan da ku sîstema serokatiyê dikarin bibin ku derê" û destnîşan kir ku rejîma AKP dixwaze pêk bîne, bi ti awayî li berjewendiyên Misilmanên kedkar ên ji dil nayê.