Ji 1.955 hiqûqnasan danezana aştiyê

Hiqûqnasên destek dan Akademîsyenên ji bo Aştiyê, destnîşan kir ku ew ê pê serbilind bin bi dilxwazî ji her kesên bûne hedefa operasyonên zext û melisandinê, parêzeriyê bikin.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan, Akademîsyenên ji bo Aştiyê hedef nîşan da, bangên ji bo aştiyê pêl bi pêl zêde dibin. Piştî wêjevan, rojnamevan, sînemavan û şanogeran, niha jî hiqûqanasan danezanek weşandin.

1.955 hiqûqnasan bal kişandin ser komkujiyên ji rojhilatê heta rojavayê welêrt û gotin, "Em dixwazin sûcên li dijî mirovahiyê yên li Mêrdîn, Amed û Şirnexê li dijî gelê Kurd, li Reyhanli, Gazî, Sûltanahmet û Enqereyê li hemberî Kurd, Tirk, Ereb, Elman û mirovên ji her gelî tên kirin werin dîtin û zanîn."

Hiqûqnasan diyar kirin ku ew li cem akademîsyenên gef li wan tên xwarin, cih digirin û destnîşan kirin ku zimanê faşîst û nîjadperest ê li hemberî aştîxwazan tê bikaranîn, sûc e. Hiqûqnasan gotin, "Ji bo mekanîzmaya dadgeriyê weke diyotîna desthilatdariya siyasî neyê xebitandin, em dozgeran û Wezîrê Edaletê hişyar dikin. Em radigihînin, ku em xwedî metna îmzeyê ya akademîsyenên ji bo aştiyê derdikevin, li dijî her şêwe gefên li hemberî akademîsyenan em ê serî li her rê û rêbazên qanûnî bidin û her şert û mercî de em ê parêzeriya wan bikin."

Hiqûqnasan dan zanîn ku ew ê nebin şirîkê komkujiyan û diyar kir ku ew ê pê serbilind bin bi dilxwazî ji her kesên bûne hedefa operasyonên zext û melisandinê, parêzeriyê bikin.

Metna îmzeyê ku heta niha 1.955 hiqûqnasan mora xwe danîne binî, hînê ji bo morkirinê vekirî ye.