19 akademîsyen hatin binçavkirin-HAT NÛKIRIN

Ji akademîsyenên îmzeya xwe danîn binê danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî", ku ji bo qedandina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hat weşandin 19 jê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve tê meşandin de, 19 akademîsyenên îmzeya xwe danîn binê danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" bi sûcdariya "Miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, Meclîsa Miletê Mezin a Tirkiyeyê, Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û organên dadgeriyê yên dewletê bi awayekî vekirî biçûk xistine" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin binçavkirin.

Akademîsyenên ji Zanîngeha Kocaelî yên hatine binçavkirin ev in:

Prof. Dr. Mehmet Cengîz Erçîn, Prof. Dr. Mehmet Raûf Kesîcî, Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, Prof. Dr. Ozlem Ozkan, Prof. Dr. Velî Denîz, Prof. Dr. Yucel Demîrer, Prof. Dr. Zelal Ekîncî, Doç. Dr. Bûrcû Yakût Çakar, Doç. Dr. Derya Keskîn, Alk. Doç. Dr. Guven Bakirezer, Doç. Dr. Hakan Koçak, Doç. Dr. Hulya Kendîr, Alk. Doç. Dr. Kûvvet Lordoglû, Alk. Doç. Dr. Mehmet Rûhî Demîray, Alk. Doç. Dr. Nîlay Etîler, Doç. Dr. Umît Bîçer, Ar. Gor. Adem Yeşîlyûrt, Ar. Gor. Aynûr Ozûgûrlû.

Li Bolû jî polîsan avêtin ser malên akademîsyenên Zanîngeha Abant Îzzet Baysal Ulku Guney, Selîme Guzelsari û Bariş Kiliçbay. Alk. Doç. Selîme Guzelsari aht binçavkirin.