Bayik: Komkujiya li Sûltanahmetê karê MÎT'ê ye

"Li qada Sûltanahmetê qetilkirina turîstan ihtîmaleke mezin ne wekî ku AKP dibêje pêk hatiye. Eger ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibe kirin, teqez ev ji aliyê Galdyoya Qesrê ve hatiye plankirin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de, êrîşa li Sûltanahmet a li Stenbolê nirxand.

Bayik di nivîsa xwe ya bi serenavê "Mêtîngeriya komkujer a nû" de ev nirxandin kir:

"Tayyîp Erdogan gotinên ku me di salên 1990'î de herî zêde dibihîstin niha dubare dike; 'pirsgirêka kurd tine, pirsgirêka terorê heye'. Gotina pirsgirêka kurd tine, gotareke pergala înkar û îmhayê ye. Dema Qetlîama Qoçgirî, qetlîamên 1925 û 1938'an pêk anîn, digotin dewlet li hemberî eşqiyayan asayîşê pêk tîne. Heta hebûna pirsgirêka kurd neyê qebûlkirin wê her tim wiha nêzî kurdan bibin. Niha Tayyîp Erdogan di her firsendê de dibêje 'pirsgirêka kurd tine'. Bi vî rengî dixwaze êrîşên li hemberî têkoşîna azadiyê rewa bide nîşandan.

Di Îlona 2014'an de plan/konsept a têkbirinê amade kirin. Li gorî vê planê wê çawa Tevgera Azadiyê biperçiqînin, wê çawa polîtîkayên komkujiyê bimeşînin, yek bi yek nirxandine. Wê çiqas sivîl bên kuştin, wê çiqas kes bên koçberkirin hemû hesab kirine. Niha plana têkbirinê û biryara şer xistine meriyetê.

Ji niha ve dibêjin eger berxwedana gelê kurd têk bibin wê li her derê qereqolan çêbikin. Çawa ku ev sê sal in li çiya û baniyan qereqol çêkirin, niha jî dibêjin wê li bajaran qereqolan çêbikin. Kesên xwedî zîhniyeta demokratîk nebin her tim bi tundiyê pirsgirêkan çareser dikin. Pirsgirêkên siyasî û civakî wekî pirsgirêkên ewlehiyê dibînin. Niha pirsgirêkên pir cidî hene lê ew dibêjin; wê qereqolan çêkin û li bajarên ku AKP'ê parlamenter dernexistiye sê mirovên şerê taybet bi cih bikin. Bersiva pirsên;   'pirsgirêka kurd çima nayê çareserkirin, çima her tim şer derdikevin', di van polîtîkayan de veşartî ne.

Tevgera azadiya gelê kurd xweseriya demokratîk dixwaze, hikûmeta AKP'ê jî hesab dike ku li hemû taxan qereqolan çêbike. Hikûmeta AKP'ê li şûna ku li demokrasiya xwecihî bifikire, plan dike bêhtir zextên tund li gel bike. Bersiva pirsa; karakterê AKP'ê çi ye û Tirkiyeyeke çawa hedef digirin, di vir de veşartî ye. Tevî vê yekê di mijarên demokrasî û azadiyê de mayîna li benda AKP'ê, xefleteke mezin e.

Ji bo kurdên ku bi erênî li AKP'ê dinêrin, ji rewşa îxanetê wêdetir tiştekî din nîne. Ev ruhên îxanetkar nabînin ku AKP tenê dijminê Tevgera Azadiyê nîne, dijminê hemû kurdên ku azadî û demokrasiyê dixwazin e. A rast niha ev kes di rewşa xayînên ku rastiya AKP'ê vedişêrin de ne. Lazim e weke dîrokî ev tespît were kirin. Lazim e hemû kurd bibînin ku hinek kurd êrîşên AKP'ê normal dibînin û piştgiriyê didin van êrîşan. Rewşa kurdên ku piştgiriyê didin AKP'ê û vê zilmê normal dibînin, ne mimkun e ku bi awayekî din were nirxandin.

Fikra li her derê çêkirina qereqolan, fikreke nû nîne. Ev encama polîtîkaya 'em ê asayîşê pêk bînin, em ê li her derê hakîmiyeta xwe çêbikin' e ku ev serê sal û nîvek e wekî benîşt di devên xwe de dicûn. Ev encama polîtîkaya pelçiqandin û koçberkirina gel e. Berxwedana xwerêveberiyê ya gelê kurd û barîkatên li hemberî êrîşan tên danîn a ji ber vê sedemê ye. Pêngava xwerêveberiyê ya gelê kurd li hemberî bi rêya navendîparezî, ororîterî û polîtîkayên dewleta tirk ku dixwaze bi vî awayî li her kuçe û taxê xwe serwer bike pêş ketiye. Kesên ku vê yekê fêm nakin û nabînin di esasê xwe de xefik û kemînên ku hikûmeta AKP'ê li pêşiya kurdan danîne, nabînin. Belgeyên derketine holê, çawa ku her roj rûyê rastîn ê AKP'ê datîne holê pê ve girêdayî gotin û kirinên wê yên her roj jî rastiya wan bi awayekî şût û tazî radixe ber çavan.

Kesên ku ji aliyê gelên Dêrsim, Colemêrg û Şirnexê ve nehatine hilbijartin eger ku tu rabe û li van deran peywirdar bike di esasê xwe de tu (AKP) zîhniyeta xwe ya rastî jî radixî holê. Nasnekirina îradeya gelê kurd û tayînkirina karmendên mêtingeriyê tê wateya; li Dêrsim, Colemêrg û Şirnexê elemanên şerê taybet ên ku ew ê di milên walî, qeymeqam û MÎT'ê re bixebitin e û ji vê pêve jî ti wateyeke xwe tine ye.

***

Em îro roj bi desthilatdariyeke faşîst, mêtinger a qirkirina çandî pêk tîne re rûbirû ne. Ji aliyê Tayyîp Erdogan ve sûcdarkirina rewşenbîrên ku xwestin balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê di esasê xwe de mejî û serê wî yê faşîst jî nîşan dide. Argumanên ku Tayyîp Erdogan datîne holê heman argumanên hemû şefên ku ji bo muxalîfên xwe sûcdar dikin in. Mejî û serê faşîst jî ev bi xwe ye. Di esasê xwe de Erdogan bêyî rûyê xwe bi rûpoşekê bigire rûyê xwe yê faşîst datîne holê.

***

Li qada Sûltanahmetê qetilkirina turîstan ihtîmaleke mezin ne wekî ku AKP dibêje pêk hatiye. Eger ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibe kirin, teqez ev ji aliyê Galdyoya Qesrê ve hatiye plankirin. MÎT di nav DAIŞ'ê de xwedî bandor e. Gladyoya Qesrê di nav DAIŞ'ê de bi rêya MÎT'ê êrîşeke wiha bi DAIŞ'ê daye kirin. Çawa ku Hakan Fîdan digot; 'ez ê ji aliyê Sûriyeyê çend fuzeyan biavêjim Tirkiyeyê' ihtîmaleke mezin e ku bûyera Sûltanahmetê jî tiştekî bi vî rengî be. Ji ber ku AKP di polîtîkayên xwe yên derve û Sûriyeyê de zêde xitimiye. Wekî welatekî ku bi DAIŞ 'ê re di nav hevpariyê de be û dîsa wekî welatekî ku DAIŞ'ê heyî kiriye tê zanîn.

Gladyoya Qesrê ji bo vê îmaja hikûmeta AKP'ê ji holê rake û ji bo ku Ewropa û DYA pê re hevkariyê bikin planeke bi vî awayî xistiye dewrê. Bi saya vê qetlîamê hem dixwaze îmaja xwe sererast bike hem jî dixwaze di xitimîna xwe ya di şerê li hemberî Tevgera Azadiya Kurd de piştgiriya wan welatan werbigire.

Lewre tê fêmkirin ku ev qetlîam ji aliyê Gladyoya Qesrê ve hatiye plankirin û ji aliyê baskên MÎT'ê yên di nav DAIŞ'ê de hatiye pratîzekirin. Hema piştî bûyerê daxuyandina ev bûyer ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin û qedexekirina weşanê jî hewldanên ku sûcên wan dernekeve holê ne. Divê hemû dinya vê yekê wisa bibîne."