Rêveberên DBP'yî hatin girtin, 17 kes hatin binçavkirin
Li Mersîn, Aydin û Wanê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin.
Li Mersîn, Aydin û Wanê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin.
Hikûmeta AKP'ê, tevî qirkirina fîzîkî, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li hemberî gelê Kurd didomîne. Li Mersîn, Aydin û Wanê herî kêm 17 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin.
MERSÎN
Li navçeya Mersîn Tarsûsê, polîsan bi ser gelek malên li taxa Şahîn de girtin. Di operasyonan de hate hinbûn ku 12 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tarsûsê.
AYDIN
Li navçeya Efeler a Aydinê polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan deriyên malan şikandin. Di serdegirtinan de welatiyan ji polîsan biryara lêgerînê xwestin lê polîsan bersiva "em ne bi fermana dozger bi rayeya polîsan ve hatine" dan welatiyan. Di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Aydinê tên girtin.
Li navçeya Dîdîmê jî di 13'ê Çileyê de di serdegirtinên malan de 7 kesên hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. 7 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin berdan, ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
WAN
Li navçeya Erdîşê ya Wanê duh polîsan bi ser gelek malan de û avahiya DBP'ê de hatibûn girtin. Di serdegirtinan endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Şeyhmuz Bulbul, Serokê Hevserokê DBP'ê yê Wanê yê berê Munîr Aras, rêveberên DBP'ê Erol Cengîz û Erhan Basut û endamên Egîtîm Sen'ê Yakup Sekîn, Cengîz Meral û Omer Sayiner ên ku hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Ji wan Bulbul, Cengîz û Basut bi hinceta "yekîtiya dewlet xira dikin" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.