Çalakiyên Elewiyan ên li dijî terora dewleta Tirk didomin
Li bajarên Awûstûrya Înnsbruck û Bregenzê saziyên Elewiyan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Tirk û êrîşên dewletê protesto kirin. Li paytexta Fransa Parîsê jî, 7 saziyên Elewiyan Semah gerandin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 14 rêbendanê 2016, 08:10
Li bajarên Awûstûrya Înnsbruck û Bregenzê saziyên Elewiyan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Tirk û êrîşên dewletê protesto kirin. Li paytexta Fransa Parîsê jî, 7 saziyên Elewiyan Semah gerandin.
ÎNNSBRUCK: Ji pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Komeleyên Elewiyan ên Pîr Sûltan (Navenda Çanda Elewiyan a Înnsbruckê, Navenda Çanda Elewiyan a Jenbach û Navenda Çanda Elewiyan a Kufsteîn) çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Tirk.
VORALBERG: Li eyaleta Voralberg a Awûstûryayê, Navenda Çanda Elewiyan a Voralbergê ku di bin sîwana Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de cih digire, çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Tirk a li Brengezê û qetilkirina sivîlan protesto kir.
PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, 7 saziyên Elewî li meydana Saînt Mîchelê li hev civiyan. Di çalakiya bi pêşengiya FEDA'yê hat lidarxistin de, daxuyaniya hevpar a van saziyan hat xwendin û piştre belavok hatin belavkirin. Li dû axaftinên li çalakiyê û qîrîna dirûşmeyan, li ber saz û gotinên Pîr Riza Yagmûr, jinên Elewî Semah gerandin. Paşê, dosyayek li ser mijarê, ji aliyê rêveberên saziyên Elewî ve radestî Papazê Dêra Notre Dame hat kirin. Di vê navberê de saziyên Elewî wê 15'ê Çileyê roja Înê saet di 13:00 de çelenga reş deynin be Sefaretxaneya Bilind a Tirk û dûre li Dergaha Pîr Sûltan a li Parîsê sê rojan greva birçîbûnê bikin.